Amerîka dawî li hemû alîkarîya xwe ya ji bo Ukraynayê tîne.
Nûçeya derbarê mijarê de ewil ji alîyê Fox Newsê ve hat belavkirin.
Amerîka bi bayê bezê polîtîkaya xwe ya Ukraynayê diguherîne.
Washingtonê niha jî dawî li hemû alîkarîya xwe ya ji bo Ukraynayê tîne.
Nûçeya derbarê mijarê de ewil ji alîyê Fox Newsê ve hat belavkirin.
Rêvebereke payebilind a hikumeta Trump ji vê kanalê hebûna biryareke wiha piştrast kir.
Rêveber da zanîn, “ev ne bi awayekî mayînde lê sekinandina alîkarîyê ye lê sekinandineke demî ye.”
Li gorî nûçeyê, Trump ji bo plana sekinandina alîkarîyê bimeşîne, Wezîrê Parastinê Pete Hegseth peywirdar kirîye.
Fox Newsê derbarê nasnameya rêveberê ku vê agahîyê daye de tiştek parve nekir.
Sebeb nîqaşa Trump-Zelenky-Vance e
Gelek kes li bendê bûn, piştî nîqaşa li Ofîsa Oval a li Washingtonê, Amerîka li hemberê Ukraynayê gavekê bavêje.
Nîqaşa mijara gotinê di 31ê sibatê de di navbera Trump, Vance û Zelensky de pêk hatibû.
Trump û cîgirê wî Vance di civînê de ji adetên dîplomatîk dûr ketibûn û li serokê ukraynî heqaretê kiribûn.
Vance, serokê Ukraynayê bi “bêhurmetîyê” sêcdar kiribû.
Trump jî ji Zelensky re gotibû “ an peymanê îmze bike an jî êdî em ne bi we re ne.”
Bi van gotinan, Trump îmzekirina peymana ji bo çavkanîyên biqîmet ên binerdê yên Ukraynayê ji bo hevkarîya bî welatî re wekî şert danîbû pêşîya Zelensky.
Zelensky bi dûv hevdîtina wekî karesatê peymanê îmze nekiribû û li ser daxwaza Amerîkayê terka vî welatî kiribû.
Infowelat
———————————————–
Foto: Konvoyeke panzerên Ukraynayê yên ji Amerîkayê hatine wergirtin