Perwerdekarên kurd hatin binçavkirin

Tirkîye qaşo bi Abdulah Ocalan re proseyeke aştîyê dimeşîne, êrişên xwe yên li dijî  kurdî didomîne.

Di hedefa dawî ya dewletê de vê carê perwerdekarên kurd hebûn.

Ronayî Onen, Samî Tan û Mevlut Aykoç bi hinceta amadekirina pirtûkeke perwerdeyê hatin binçavkirin.

Sê mamosteyên kurdî ku di warê amadekirina materyalên perwerdehîyê de xebatê dikirin, hatin binçavkirin.

Navên kesên perwerdekarên kurd ên rastî vê kiryara kambax a dewletên hatin ev in: Ronayî Onen, Samî Tan û Mevlut Aykoç.

Amedekirina pirtûka perwerdehiya kurdî, “Hînker” wekî sebeba girtinê tê nîşandayîn.

Lêpirsîn jî alîyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê birêvebirin.

Reaksîyona li dijî vê kiryarê

Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar nerazîbûn nîşanî binçavkirina her sê perwerdekarên kurd da.

Heval Dilbahar di daxuyanîya xwe de wiha axivî:

“Ziman xeta Kurdan a herî sor û jêneger e. Ji bo wan ji nan û avê wêdetir e. Ji ber vê yekê; ji bo ku hewldanên aştiyeke birûmet û avakirina civakeke demokratîk biçin serî divê beriya her tiştî hemû qedexekirin, zext, zordarî, sînor û dorpêçên li ser Kurdî hem di zagonan de hem jî li her qada jiyanê bên rakirin; divê Kurdî bibe xwedî statu û zimanê perwerdeyê. Divê Kurdî li her derê jiyanê serbest û azad be. Divê baş bê zanîn ku nêzîkatiya ji bo zimanê Kurdî di heman demê de nêzîkatiya ji bo aştî, azadî û demokrasiyê nîşan dide, nêzîkatiya ji bo bang û hewldanên rêzdar Ocalan ên aştî û civaka demokratîk dide.”

Rapora êrişên li ser kurdî

Çend roj berê, Kurdish Monitoring (Platforma Çavdêrî û Rapornivîsînê ya Mafê Bikaranîna Zimanê Kurdî) rapora xwe ya li ser binpêkirên mafêmn ziman weşandibû.

Hînker ku pirtûka perwerdehîyêye, bi xebateke kolektîf a çar perwerdekarên kurd ve hatîbû amadekirin.

Li gorî raporê, di 2024an de  li Tirkiyeyê 109 caran mafê bikaranîna kurdî hatibû binpêkirin.

Binpêkirinên mafên ziman herî zêde di qada cîvakî de pêk hatibû.

Infowelat

————————————-

Foto: Perwerdekarên kurd Maevlut Aykoç, Samî Tan, Ronahî Onen/Ajansa Mezopotamya

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jin û wêjeya kurdî mijara panelekê bûn

Beledîyeya Peyasê bi dirûşmaya “di wêjeya kurdî de tekoşîna jinan” li Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan panelek …