Bernameya perwerdeyê dê di çarçoveya Dibistana Pîşesazî ya Amedê û atolyeya tekstîlê ya Şaredariya Peyasê de bê meşandin.
Bi hevkariya Şaredariya Peyasê û Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê û bi koordînasyona Dibistana Pîşesaziyê ya Amedê, bernameya Perwerdehiya Sêwirandina Modayê dest pê dike.
Li ser derfetên nû projeyek girîng a hevkariyê ya kar ji bo jinan dikeve meriyetê. Bernameya Perwerdeya Sêwiradina Modayê bi kordînasyona Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan û Meclîsa Jinan ya Şaredariya Peyasê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê û koordînasyona Dibistana Pîşesaziyê ya Amedê dest pê dike. Di çarçoveya bernameya perwerdehiyê de, agahdarî û sepanên pratîkî yên ku di sêwirana modayê de hewce ne dê werin pêşkêş kirin.
Bernameya perwerdeyê dê di çarçoveya Dibistana Pîşesazî ya Amedê û atolyeya tekstîlê ya Şaredariya Peyasê de bê meşandin. Perwerdehiya atolyeya hunerên dîtbarî bi tevahî 410 saet e. Bi zanyariyên bingehîn ên li tekstîlê, ên wek çerm, amadekirina qalib û teknîkên xêzkirinê dest pê dike û dê berdewam bike. Perwerdehî li gor bernameyê, di çarçoveya sêwirana modayê de bi rêya komputerê ve wê were bi rêvebirin. Ji bo sêwirandinên di dema perwerdeyê de bêne amadekirin, li atolyeyê bi amadekirina nimûneyan wê bê organîzekirin û bi xebatên pratîkî bê meşandin.
Deriyek li jinan tê vekirin
Bername di heman demê de perwerdehiya piştgiriyê jî dihewîne nava xwe û di navbera meha Avrêl û Pûşpera 2025’an de wê were meşandin. Perwerde ji bo jinên di navbera salên 18-35an de vekirî ye. Di serî de ji bo jinên berastengin, jinên xwedî perwerdeya bingehîn a dîzaynkirina grafîkê ne û jinên ciwan ên ku naxebitin lê dixwazin bi pêşxistina şarezayiya xwe, xwe pêş bixin û bixebitin, wê bê dayîn.
Naveroka bernameyê
Atolyeya Hunerên Dîtbarî – 30 Saet
Perwerdehiya Qumaş û Alavên Tekstîlê – 30 Saet
Di Şêwirandina Modayê de Qalib û Avakirina Modelan – 120 Saet
Di Şêwirandina Modayê de Teknîkên Xêzkirinê – 40 Saet
Perwerdehiya Bikaranîna Sereke ya komputerê – 30 Saet
Sêwirandina Grafîkan a Vektorel – Perwerdehiya Illustratorê – 80 Saet
Atolyeya Şêwirandin û Amadekirina Nimûneyan – 60 Saet
Perwerdehiya Piştigiriyê (Wekheviya Zayenda Civakî, Mafên Xebatkaran, Plansaziya Kariyerê, Pêwendî, Perwerdehiya Motîvasyonê ) – 20 Saet
Bi giştî 410 Saet in.

Ji bo serîlêdanê û agahdariyê
Ji bo der barê naveroka Bernameya Perwerdehiya Sêwirandina Modayê de agahişyê bi dest bixin, hûn dikarin bi dtsobilimegitimvakfi@gmail.com, info@kayapinar.bel.tr re têkilîyê deynin.
Ji bo serîlêdanê:
https://docs.google.com/forms/d/1Qu4KGzIcEinju-mBO_1Hm90TUzEO0tdVAztHZdfrlEg/viewform?edit_requested=true
Dîroka Dawîn a Serlêdanê: 31’ê Adarê 2025
Dîroka Perwerdehiyê: Avrêl-Pûşpera 2025
Nûçe ji Beşa Çapemenîyê ya Beledîyeya Peyasê hatîye girtin.
Foto: Avahîya Beledîyeya Peyasê