Ewrûpa desteka ji bo Ukraynayê zêde dike

Nûnerên hin welatên mezin ên Ewrûpayê, rêveberên Yekîtîya Ewrûpayê, NATO û Kanada ji bo Ukraynayê hatin cem.

Lîderan li ser pêdivîya zêdekirina desteka xwe ya ji bo Ukraynayê li hev kirin.

Brîtanya û Fransa plana şandina hêzeke xwe ye hevpar a ji bo parastina agirbesta paşerojê pêşnîyaz kirin.

Ewrûpa piştî hevdîtina kambax a Trump û Zelensky di nava alarmê de ye.

Brîtanya bi rojeva Ukraynayê li Londonê civîneke bilin dli dar xist.

Lîder û nûnerên hin welatên mezin ên Ewrûpayê û rêveberên Yekîtîya Ewrûpayê tevlî civînê bûn.

Herwiha, Sekreterê Giştî yê NATOyê Rutte, Kanada û Tirkîye jî ji bo civînê hatin vexwendin.

Keir Starmer di civînê de pakêteke alîkarîyê ya ji bo Ukraynayê ragihand.

Brîtanya wê 1.6 mîyar pound (2 billion dolar) ji bo finanskirina fuzeyên parastina hewayî bide Ukraynayê.

Bi vê alîkarîyê, Ukrayna wê 5,000 fuzeyên parastina hewayî ku li Belfastê hatine hilberîn bikire.

Rojekê berîya vê jî, Brîtanya û Ukrayna peymaneke 2.2 mîlyar poundî îmze kirin.

Brîtanya wê vî pereyî bi deyn bide hikumeta Kîewê.

Lîderên welatên mezin ên ewrûpî di civînê de li ser pêdivîya zêdekirina desteka xwe ya ji bo Ukraynayê li hev kirin.

Bi taybetî, însîyatîfa hevpar a hêzên aştîyê ya Brîtanya-Fransayê derket pêş.

Herdu welat difikirin, piştî ragihandina agirbestê hêzêke bi vî rengî bişînin Ukraynayê.

London û Paris dilxwazin, welatên din jî bi desteka xwe tevlî vê hêzên bibin.

Biçekbûna Ewrûpayê

Yek ji nuqteyeke din a beşdar li hev kirin, zêdekirina mesrefên biçekbûnê yên Ewrûpayê ye.

Lîderên ewrûpî bi vê gavê hewl didin di parastina Ewrûpayê de dewsa Amerîkayê tije bikin.

Jı ber ku rêveberîya Trump dixwaze hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Ewrûpayê kêm bike.

Herwiha, piştî nîqaşa Trump-Zelensky, rîska Amerîka hemû alîkarîyê ji bo Ukraynayê bide sekinandin heye.

Civîna 6ê adarê

Lêbelê, ji bo jinûve biçekbûna Yekitîya Ewrûpayê pêdivî bi konsensûsa welatên endam heye.

Vê mijarê wê di civîna 27 welatan a di 6ê adarê de ki Brukselê bê gotûbêjkirin.

Tevî gavên xurtkirina mîlîtarîzmê, planeke aştîyê ya Ukraynayê jî li Londonê hat rojevê.

Serokwezîrê brîtanî got, wê welatên ewrûpî planeke aştmyêp amade bikin û wê ji Trump re bişînin.

Bi vê gavê, Ewrûpa dixwaze Amerîka li derveyî proseyê nemîne û zirarê nede hevalbendîya xwe ya bi Washingtonê.

Kesên tevlî civînê bûn ev bûn:

Serokê Brîtanyayê: Keir Starmer

Serokê Ukraynayê: Volodimir Zelensky

Serokê Komîsyona Ewrûpayê: Ursula von der Leyen

Serokê Konseya Ewrûpayê: Antonio Costa

Sekreterê Giştî yê NATOyê: Mark Rutte

Serokwezîrê Almanyayê: Olaf Scholz

Serokê Fransayê: Emanuel Macron

Serokwezîra Îtalyayê: Giorgia Meloni

Serokwezîrê Îspanyayê: Pedro Sanchez

Serokê Polonyayê: Donald Tusk

Serokwezîrê Kanadayê: Justin Trudeau

Serok Holandayê: Dick Schoof

Serokwezîrê Swêdê: Ulf Kristersson

Serokwezîrê Norwêcê: Jonas Gahr Store

Serokwezîrê Komara Çek: Petr Fiala

Serokê Fînlandîyayê: Alexander Stubb

Serokwezîrê Denmarkê: Mette Frederikse

Serokê Romanyayê yê Demî: Ilie Bolojan

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyeyê: Hakan Fidan

Infowelat

——————————————————————

Foto: Civîna li Londonê a li ser Ukraynayê

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jin û wêjeya kurdî mijara panelekê bûn

Beledîyeya Peyasê bi dirûşmaya “di wêjeya kurdî de tekoşîna jinan” li Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan panelek …