Muzakereyên ji bo aştiya Ukraynayê yên di navbera Washington-Kîewê ji nû ve dest pê dikin.
Zelensky bi nameyeke ji Trump re amadebûna xwe ya ji bo muzakereyan dîyar kir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di axaftina Kongreyê de, li ser muzakereyên Ûkraynayê axivî.
Trump diyar kir ku Zelensky jê re nameyek şandiye û gotîye ew amade ye were maseya muzakereyê.
Trump dibêje, Volodimir Zelensky di demeke pêkan de amade ye peymana madenên biqîmet îmze bike.
Tê ragihindin, piştî Amerîkayê alîkariya leşkerî ya ji bo Ukraynayê daye sekinandin, Zelensky vê gavê avêtiye.
Volodimir Zelensky di nameya xwe de dibêje, “Ji bo aştiyeke mayînde, tevî ekîba xwe, ez amade me di bin lîdertiya Donald Trump a xurt de bixebitim.”
Zelensky di nameyê de ji bo alîkarîya wê, spasîya Amerîkayê jî kirîye.
Pêşnîyazên Zelensky
Zelensky ji bo agirbestê pêşniyaz dike, Rûsya dawî li êrişên hewayî û deryayî yên li dijî binesazîya welatê wî bîne.
Pêşnîyazeke din a Zelensky jî pevguhertina êsîran e.
Amerîka di 3yê adarê de diyar kiribû wê alîkariya leşkerî ya ji bo Ukraynayê bide sekinandin.
Biryara sekinandina alîkarîyê li pêyî nîqaşa Trump û Zelensky a Qesra Spî hatîbû dayîn.
Infowelat
—————————————
Foto: Hevdîtîna Zelensky, Trump û Vance ya li Qesra Spî