Nasnameya Sûrê kurd û kurdî ye

Hevpeyvîn: Suat Ozalp 

Gulan Fatma Onkol di pêşhilbijartinên DEM Partiyê yên li navçeya Sûrê ya Amedê bi ser ket û namzetê Şaredariya Sûrê. Onkol di tûra yekemîn de ji 580 dengan 230 deng û tûra duyemîn de jî ji 630 dengan 430 deng wergirt. Bi vê encamê jî Onkol tevlî Adnan Orhan bû namzetê Şaredariya Sûrê. Suat Ozalp li ser pêşhilbijartin, problêmên Sûrê û planên çareseriyê bi Gulan Fatma Onkolê re hevpeyvînê kir.

Siyaseta kurd heta niha bi riya pêş-rapirsînê namzetên xwe diyar dikirin. Lê vê carê, ji bo hilbijartina 31 adarê bi pêşhilbijartinan namzet hatin diyarkirin. Heta niha partiyeka din vê rêbazê neceribandî ye. Hem bi aliyên serkeftî hem jî tevlî kêmasiyên vê, hûn pêşhilbijartinê ji bo xwendevanên Infowelat çawa dikarin binirxînin?

Bi qasî ez dizanim, ev rêbaz ne tenê li Tirkiyeyê lê li cîhanê jî zêde nayê bikaranîn. Ji bo me hem pir dijwar hem jî bi kelecan derbas bû. Ji ber ku ceribandina me ya yekemîn bû, kêmasî hebûn. Lê ev ne kêmasiyên wiha jiyanî bûn. Ez vê ceribandina ewil dişibînim wekî zarokekî bi çapelûkan bimeşe. Hem gel hem jî em pêşnamzet vê yekê dizanîbûn. Bi ya min, aliyê herî giring ê pêşhilbijartinê temsîla rasterast a gel e. Lewma jî veguherî proseyeke demokratîk a beriya hilbijartinê. Beriya wê, pêşnamzet çûn serdana her deverên bi ser Sûrê ve ne. Ez bi riya delegasyonê nexebitîm. Ez çûm serdana malbatên nas. Gel pir bêriya serdanên wiha kiribû. Sebeba vê, hebûna qeyûm a 8 salên dawîyê ye. Di vê demê de têkiliyên me bi gel re kêm bûbûn. Gel ji me re digot “heta niha hûn çima nehatin serdana me, we çima em tenê hiştin?” Jinûveçêkirina têkiliyan hêviya gel zêde kir. Gel jî helwesta xwe nîşan da û ji Tûra 1. bêtir tevlî pêşhilbijartina Tûra 2. bû. Em baş dizanin, ji ber sebeba gel rasterast namzetên xwe hilbijart, bendewariya wî jî vê carê gelek bilind bû. Êdî em ê helwest û rêbazên berê qebûl nekin. Gel dixwaze nêzîkî me bibe û tevlî proseya girtina biryaran bibe. Bi gotineke din, demokrasiya ji beşdariyê vekirî daxwaz dikin.

Aliyê herî giring ê pêşhilbijartinê temsîla rasterast a gel e. Lewma jî veguherî proseyeke demokratîk a beriya hilbijartinê.

Adnan Orhan û Fatma Gulan Onkol namzetên DEM Partiyê yên ji bo Şaredariya Sûrê ne /Ajansa Mezopotamya

Dema hûn tahrîbatên ji aliyê qeyûman ve hatine kirin bifikirin, hûn ê bi butçeya navendî ya ji were tê veqetandin bikaribin xizmeteke baş bikin?

Ji dema qeyûm hatiye û bi vir ve li Sûrê xebat nehatine kirin. Ji 2015an û vir ve bi polîtîkaya jê re “Soylulaştirma” (bi esil kirin) vdibêjin, hatiye pênasekirin bajarvaniyeke sosret pêk hatiye. Piştî Şerê Sûrê, di bin navê “veguherîna bajêr”de li Sûrê avahiyên ku zirarê da mekanên dîrokî yên bajêr, ava kirin. Paşê jî van avahiyan pêşkêşî sermiyandarên alîgirên xwe kirin û ew der kirin mekanên xwarin û vexwarinê. Li aliyekî ve, zorê didin xelkê xizan da ku terka taxên xwe bikin, li alîyekî din jî bi mekanên kapîtalîst ên markeyên cîhanê tê de ne, dixwazin dîmeneke modern a Sûrê nîşanî raya giştî bidin. Bi vî awayî jî dixwazin bêjin li Sûrê ‘tu problem tune ye’.  Avahiyên çê dikin bi tevahî eleqeya xwe bi çand û hafizaya Sûrê tune ye. Divê em vê rewşê teşhîr bikin. Derbarê êşên xelkê de heta niha xebatekê nehatîye kirin. Xwediyê esas ên Sûrê niha bi polîtîkayên xizanî, fûhûş, bikaranîna madeyên hişbir û asîmîlasyonê re rû bi rû ne. Partiya me dixwaze bi paradîgmaya xwe ya azadîxwaziya zayendî, demokratîk û ekolojîk li Sûrê jiyanake nû pêş bixe.

Sûr ji aliyê cografyayê ve navçeya navendî ya herî mezin a Amedê ye û % 51ê erdên wê pêk tîne. Erdên wê yên çandiniyê berfireh in. Lêbelê em vê jî dizanin, qeyûm gelek ji erdên şaredariyê firotine. Ji ber polîtîkayên qeyûman, ji 2015’an û vir ve ji navenda Sûrê ber bi derve ve koç heye. Li Taxa Melikahmetê hema hema ji 10 malan 9 ji wan vala ne. Piraniya nişteciyên Sûrê êdî ne li navendê lê li gundan dijîn. Lîjneya Bilind a Hilbijartinê ya (YSK) Tirkiyeyê diyar dike, nifûsa Sûrê ji 103,000 daketiye 98,000î. Herçiqas nifûs kêm bibe jî em ji daneyên YSKyê bawer nakin. Bi rêya kêm nîşandana nifûsa me, dixwazin butçeya me û hejmara personelên me kêm bibe. Ev ê jî bibe sebeb em nikaribin xizmeteke baş bikin. A rast, planeke me ya ji bo lêgerîna çavkaniyan di qada neteweyî û navneteweyî de tune ye. Em ê bi derfetên heyî û bi motîvasyoneke bilind karê xwe bikin.

Dîmeneneke ji taxeke Keleya Amedê ku dikeve nava sînorên Sûrê/Wikimedia Commons

Li aliyekî ve, zorê didin xelkê xizan da ku terka taxên xwe bikin, li alîyekî din jî bi mekanên kapîtalîst ên markeyên cîhanê tê de ne, dixwazin dîmeneke modern a Sûrê nîşanî raya giştî bidin. Bi vî awayî jî dixwazin bêjin li Sûrê ‘tu problem tune ye’.

Yek ciyê li Sûrê rastî tahrîbatên qeyûm hatiye Baxçeyên Hewselê ne. Li van baxçeyên ku mîrateya cîhanê ne kanên qûmê hatine vekirin û hawîrdor hatiye qirêjkirin. Ji ber kortên di erdê de hatine vedan gelek welatiyên Sûrê jiyana xwe ji dest dane. Em ê tevlî gelê Amedê ji bo çareserkirina vê problema ekolojiyê xebateke nû li vir bidin destpêkirin. Ji bilî vê, ji bo jin, zarok û ciwanên Sûrê xebatên îslama radîkal tên kirin. Ev xebat li qursên Quranê yên li kolananên Sûrê hatine vekirin, tên meşandin. Ev jî dibe sebeb, jin zêdetir li malê bimînin û dernekevin derve. Bi taybetî, xebatên bi rengî yên li ser kêçan tevlî polîtîkayên asîmîlasyonê hîn bêtir giran in. Li aliyekî din, li nava Sûrê ji bo zarokan û park û ciyên lîstikê tune ne. Ji bo jin û ciwanan tu xebatên civakî nayên kirin. Hin ji avahiyên hatine çêkirin di destên Diyanetê de ne. Li van avahiyan polîtîkaya hukumetê empozeyê xelkê dikin. Tevî van probleman jî, hin aliyên me yên xurt jî hene ku em bikaribin xizmeteke baş bidin gel. Di salên dawî de saziyên sivîl di warê meseleyên civakî de kapasîteya xwe xurt kirin. Ku em hatin ser kar, em ê van saziyan tevlî xebatan bikin. Herwiha, ew ê meclîsên gel, meclîsên belediyeyan û konseya bajêr di nava kordînasyonê de xebatê bikin.

We qala hin problemên Sûrê kirin û di derbarê rêbaza çareseriyê de hin tiştan gotin. Baş e, ji bo çareserkirina probleman projeyên we yên şênber hene?

A rast, me heta niha projeyekê amade nekirî ye. Me di dema kampanyaya pêşhilbijartinê de jî soza projeyan neda. Em ê di meseleya Hewselê de bi Şaredariya Bajarê Mezin re xebateke hevpar bikin. Di serê me de hin fikrên ji bo avahiyên vala yên li Taxa Melikahmetê heye. Herikîna ava qenalîzasyonê bi ser Çemê Dîcleyê ve û bikaranîna ava çem ji bo avdaniya çandiniyê meseleyeke din a giran e. Dîsa, tiştekî eşkereye ku pêdivîya Sûrê pir zêde bi avahiyên sosyal ên ciwanan, jinan, kreşên zarokan û pirtûkxaneyan heye. Lêbelê em naxwazin bêyî tevlîbûna gel yekalî gavan bavêjin. Bi ya min, a baş gel problemên Sûrê tespît bike û ji bo wan çareseriyan pêşkêş bike.

Sûr ji bo me qadeke parastinê ya kurd û kurdî ye. Em amadene projeyên ji bo parastina çand û ziman yên ji derve ji me re bên şandin, binirxînin.

Hûn ê ji bo parastina kurdî çi bikin?

Bi saziyeke me ya ziman re hevdîtinên me heye. Wan bernameyeke 5 salan ji bo me amade kir. Em dixwazin xizmeteka pirzimanî li Şaredariya Sûrê bidin destpêkirin. Paşê, em ê gav bi gav vê xebatê belavî her aliyê Sûrê bikin. Bi taybetî, em dixwazin xebatên çand û hunerî yên bi kurdî bikin. Gelek ji saziyên me li Sûrê ne an dixwazin werin li Sûrê bi cî bibin. Ev jî nîşan dide Sûr ji bo kurdan xwedî giringiyeke mezin e. Lewma divê em li nasnameya kurd a Sûrê xwedî derkevin. Sûr ji bo me qadeke parastinê ya kurd û kurdî ye. Em amade ne projeyên ji bo parastina çand û ziman yên ji derve ji me re bên şandin, binirxînin.

Navçeyên Amed/Diyarbekir. Sûr ji aliyê erdan ve navçeya herî mezin a navendî ye (Rêzik divê wekî Rezan/Baxler bihatana nivîsandin.) /Wikipedia

Bi rastî jî hûn difikirin ku hûn ê bikaribin bi vê butçeya heyî û çavkaniyên şaredariyê meseleyên Sûrê çareser bikin? Hûn bi xwe bawer in? Tu fikarên we tune ne?

Elbet, firotina malûmilkên şaredariyê ji aliyê qeyûm ve ji  bo me ciyê fikaran e. Bê guman, vê meseleyê tevlî deynê şaredariyê û kêmasiya çavkaniyên me yên heyî wê zorê li me bike. Lê em ê jî deynên qeyûm nedin. Divê ev deyn bi kitekit bên vekolandin. Divê bê vekolandin ka kê kîjan pereyî li ku derê xerc kirîye. Di her qada xizmetê de wê pêdiviya me bi çavkaniyên madî hebe. Lê em ê di heman demê de hewl bidin, hin xebatan bi rêbaza dilxwaziyê bimeşînin. Bo nimûne, di dema em bixwazin navendeke hafizayê ava bikin em ê ji bo dîtina fonan alîkariyê ji diasporaya kurd bixwazin.

Niha em baş nizanin ka çiqas pere heye di xizneya şaredariyê de. Dîsa em baş pê nizanin ka çend kes li şaredariyê dixebitin. Bi salane gelek ji personelên nayên kar meaşê xwe werdigirin. Dema em hatin ser kar em ê tevlî şaredariyên me yên din ji bo çareserkirina probleman polîtîkayên hevpar bimeşînin.

Ku qeyûm were divê em terka şaredariyên xwe nekin. A rast, divê em sebeba ku çima gel dema qeyûm hat xwedî li şaredariyan derneket, nîqaş bikin. Vê carê me bi gel re têkiliyên xurtir çêkirin. Ez bawer dikim wê gel li şaredariya ku hilbijartî ye û herdem pê re têkiliya xwe didomîne xwedî derkeve.

Ku vê carê jî qeyûm were hûn çi bikin? Derbarê helwesta berê ya li hemberê qeyûm rexneyên we hene?

Ne rast e ku ez dema borî rexne bikin. Ku qeyûm were divê em terka şaredariyên xwe nekin. A rast, divê em sebeba ku çima gel dema qeyûm hat xwedî li şaredariyan derneket, nîqaş bikin. Vê carê me bi gel re têkiliyên xurtir çêkirin. Ez bawer dikim wê gel li şaredariya ku hilbijartî ye û herdem pê re têkiliya xwe didomîne xwedî derkeve. Hilbijêrên me tu carî terka partiya xwe nakin. Carinan ji partiyê bixeyidin jî herdem dengên xwe didin wê.

Pirsa ku berî niha min ji namzetekê kiribû ji we jî bikim. Ji bo hevşaredaran û girtina kar a personelên şaredariyê divê kurdî bibe krîterek? Ji ber ku hûn bi kurmancî nizanin, di dema pêşhilbijartinê de zehmetiyên we hebûn?

Em ê ji herkesî bixwazin bi kurdî bizanibin û ji bo vê, wan teşwîq bikin. Ku ez rastiyê bêjim, ji ber min kurmancî nizanîbû, ez rastî rexneyan hatim. Min li qehwexaneyan bi kurmancî dest bi axaftinê dikir lê çend deqe şûn de min nikarîbû bi kurmancî berdewam kiriba. Lewma min bi tirkî berdewama axaftinê dikir. Xelk rexneyên xwe dikirin. Lê ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê vê rewşê heta astekê hat tolerekirin. Lewma ez plan dikim, di nava 6 mehan de fêrî kurmancî bibim. Niha ji ber xebatên hilbijartinê dem tune ye ez fêrî ziman bibim. Lê min di nava xebatên kampanyayê de ferq kir ku kurmancîya min gav bi gav pêş dikeve. Di dawiya dawî de têkoşîn ji bo nasname, çand û ziman e. Em li Kurdistanê dijîn. Gelê vir bi kurmancî û zazakî diaxive. Lewma jî divê xizmet bi van her du zaravayan bê dayîn. Bingeha polîtîkayên me pirzimanî û pirçandî ye.

———————————–

Gulan Fatma Onkol

1994an li gundê Çemê Elikan a Licêya Amedê ji dayik bûye. Li Amedê dibistana seretayî û lîseyê qedand. Li Zanîngeha Artûklûyê Têkiliyên Navneteweyî û Siyasetê qedand. Di dema xwendekariya xwe ya zanîngehê de di nava xebatên ciwanan ên DBPê û HDPê de cî girt. Paşê, bû serokê hevseroka Goç-Der Û Komeleya Xebatên Zarokan. Di 5 salên dawî de di komeleyên zarok û jinê yên li Sûrê xebatê kir.

Derbarê Suat ÖZALP

Suat Ozalp li navçeya Bismil a Amedê di sala 1975an de ji dayik bû. Di salên 1999-2004an de li rojnamaye Azadiya Welat wekî belavkar, berpirsê kare nivîsan xwedîyê îmtîyazê xebitî. Di şirketên rapirsîyê Genar, Samer û Kondayê de wekî lêkolînerê qadê kar kir. Li zanîngehên Dicle û Anadoluyê beşa kargerî û aboriyê xwend. Li Beşa Kargerîyê ya Zanîngeha Arelê ya Stenbolê li ser şîrketên lêkolînê mastir kir.Ozalp xwedî sertîfîkaya asta mamostetiyê ya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye. Çend gotarên wî di hin kovar û malperan de bi kurdî û tirkî hatine weşandin.

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …