Arşîvên Tag: kurd

The Jerusalem Post: Êzdîyên winda li ku derê ne?

A.Rahman Çelîk The Jerusalem Postê bi nûçeuyeke xwe mijara êzdîyên winda anî rojevê. Rojnameyê di vê sernivîsa xwe de pirsa “Kesên winda li ku tên girtin?” kir. Rojnameya Îsraîlê The Jerusalem Postê piştî deh salên êrîşa DAÎŞê ya Şengalê, mijara jin û zarokên keç ên kurdên êzîdî dîsa anî rojevê. …

Bêtir »

Însîyatîfa navneteweyî destekê da banga Ocalan

Însîyatîfeke navneteweyî bi daxuyanîyekê destekê da banga Ocalan. Xwediyên Xelata Aştiyê ya Nobelê jî di nav de, 200 kes îmzeya xwe avêtin bin vê daxuyanîyê. Însîyatîfeke ku piranîya wan ji şexsîyetên cîhanî pêk tên destekê dan banga Abdulah Ocalan. Daxuyanîya destekê di dawîya konferansa EUTCCyê ya de li ser meseleya …

Bêtir »

Konferansa EUTCCyê li Brukselê dest pê kir

Konferansa Komîsyona Welatiyan a Tirkiyeyê ya Ewrûpayê (EUTCC) li Brukselê dest pê kir. Di roja ewil a konferansê de gelek beşdarên naskirî li ser meseleya kurd dîtinên xwe îfade kirin. Komîsyona Welatiyan a Tirkiyeyê ya Ewrûpayê (EUTCC) ji konferanseke din re malovanîyê kir. Konferans di 26-27ê adarê de li Parlamentoya …

Bêtir »

Rewşenbîrên kurd ji bo banga Ocalan çi gotin?

E-kovara Kurdistan li ser banga Abdulah Ocalan a çekberdanê, bidawîkirina PKKê û pêşnîyaza wî ya ji bo “civaka demokratîk” ji bo çareserkirina meseleya kurd re bi dîtinên rewşenbîrên kurd diweşîne. Hûn ê di vê nivîsê de dîtinên 6 rewşenbîran bikaribin bixwînin. Gunay Aslan: Talebên dewletê hatin qebûlkirin Modelên polîtîk ên …

Bêtir »

Serhildana jinên kurd: Axaftineke bi Nelly Jazra re li ser têkoşîn û otonomîyê

Hevpeyvîn: Necat Ayaz Dema ez di dîroka kurdan de kûr çûm, min dît ku jin herdem bûne parçeyeke têkoşînê. Tevî rastîyên sosyolojik ên civaka kurd, gelek jin bi rengekî aktîf demeke dirêj tevlî têkoşînê bûne. Rola jinan di têkoşîna gelê kurd de li her alîyê cîhanê balê dikişîne ser xwe. …

Bêtir »

Rojava, Qendîl û Ewrûpa nameyên Ocalan girtin

Ocalan bi nameyên xwe Rojavayê Kurdistanê, Qendîl û dîyasporaya kurd tevlî proseya çekberdanê dike. DEM Partîyê ragihand, nameyên Ocalan gihîştîne her sê alîyan. Ocalan name ji Qendîli Ewrûpa û Rojavayê Kurdistanê re şandin. Derbarê vê mijarê de piştî Desteya Rêveberiya Navendî ya Navenda Giştî ya DEM Partiyê daxunanîyek hat dayîn. …

Bêtir »

Tirkîye dixwaze li Sûrîyeyê baregehan ava bike

Gelo Tirkîye dixwaze li Sûrîyeyê baregehên leşkerî ava bike? Îhtimala vekişîna Amerîkayê ji bo xurtkirina hebûna xwe ya leşkerî ya li Sûrîyeyê Tirkîyeyê teşwîq dike. Di demên dawîn de hevdîtinên di navbera rayedarên Tirkiyê û rêveberiya nû ya Sûriyê de zêde bibûn. Detayên hevdîtinên di navbera Tirkiyê û rêveberîya Şamê …

Bêtir »

DYA û Ewrûpa ji bo parastina kêmarên Sûrîyeyê li hev kirin

Amerîka, Brîtanya û Yekîtiya Ewrûpayê li Romayê ji bo parastina kêmarên Sûriyê li hev kirin. Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajanî li piştî civînê, berê xwe da Sûriyeyê. Ji bo dîzayna nû ya li Sûrîyeyê Îtalyayê civînekê hat lidarxistin. Wezîrên karên derve yên DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê), Brîtanya, …

Bêtir »

Hevdîtinên bi siyaseta tirk re dest pê kirin

Nûnerên DEM Partîyê ku ji Ahmet Turk, Sirri Sureya Onder û Pervîn Buldan pêk dihat, bi serokê parlamentoyê Nûman Kûrtûlmûş û serokê MHPê Devlet Bahçeli re re hevdîtinê kirin. Pervîn Buldan dabû zanîn, Ocalan ji wan xwestîye tevlî Ahmet Turk bi serokên partîyan re hevdîtinan bikin û dîtinên wî rabigihînin. …

Bêtir »

Hêvîya guherîneke demokratîk tune ye

Hevseroka DBPê Uçar di hevpeyvîna bi Ozgur Polîtîkayê re got, wisa xuya dike “wê li Tirkîyeyê guherîneke demokratîk pêk neyê.” Rojnameya Ozgur Polîtîkayê bi hevseroka DBPê Çigdem Kiliçgun Uçar re hevpeyvînekê weşand. Uçar di hevpeyvîna bi tirkî hat kirin de got, wisa xuya dike “wê li Tirkîyeyê guherîneke demokratîk pêk …

Bêtir »