Tirkîye dixwaze li Sûrîyeyê baregehan ava bike

Gelo Tirkîye dixwaze li Sûrîyeyê baregehên leşkerî ava bike?

Îhtimala vekişîna Amerîkayê ji bo xurtkirina hebûna xwe ya leşkerî ya li Sûrîyeyê Tirkîyeyê teşwîq dike.

Di demên dawîn de hevdîtinên di navbera rayedarên Tirkiyê û rêveberiya nû ya Sûriyê de zêde bibûn.

Detayên hevdîtinên di navbera Tirkiyê û rêveberîya Şamê de gav bi gav derdikevin holê.

Li ser îhtimala ku Amerîka leşkerên xwe vekişîne, Tirkiye xwe amade dike ku li Sûriyê baregehên leşkerî damezrîne.

Nûçeyên derbarê vê mijarê de piştî medyaya tirk niha di medtaya cîhanê de jî tên weşandin.

Rêveberiya HTŞê ji bo erka xwe ya li Sûriyeyê xurt bike, piştevaniyê dewletên herêmê dixwaze.

Serokê fiîlî yê Sûriyê Ahmed Şara serdana ewil li Erebistana Siûdî kir, pê re jî berê xwe da Enqereyê.

Tirkîye dixwaze vê yekê veguherîne firsendê û dijî kurdan hevkariya bi Şamê re xurt bike.

Di hevdîtinên dawîn ên di navbera Tirkîye û rêveberîya Şamê de mijara hevkariya leşkerî derdikeve pêş.

Nexşeya 2017an a hebûna hêzên biyanî yên li Sûrîyeyê. Di nexşeyê de baregehên Tirkîyeyê yên li bakurêrojavayê welêt balê dikişînin. /X

Sazkirina Artêşa Sûrîyeyê

Li ser maseya Tayyib Erdogan û Ahmed Şara, sazkirina Artêşa Sûriyê, dayîna alav û perwerdehiya leşkerî hene.

Tayyib Erdogan li beramberî vê, ji rêveberîya Sûriyeyê dixwaze şerê kurdan bike.

Îhtimal ku Amerîka leşkerên xwe ji Sûriyê vekişîne xeyalên Tirkîyeyê zindî dike.

Tirkîye  li ser vê îhtimalê, xwe amade dike ku li ser axa Sûriyê baregehên leşkerî ava bike.

Infowelat

————————————————–

Foto: Baregekehe Artêma Tirk a li derveyî Tirkîyeyê/Vonnaftali.com/

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Yekitîya Ewrûpayê ji bo Sûrîyeyê civîya

Yekîtiya Ewrûpayê ji bo piştgirîya bi Sûrîyeyê re îro li Brukselê civîya. Wezîrê Karên Derve …