Rojava, Qendîl û Ewrûpa nameyên Ocalan girtin

Ocalan bi nameyên xwe Rojavayê Kurdistanê, Qendîl û dîyasporaya kurd tevlî proseya çekberdanê dike.

DEM Partîyê ragihand, nameyên Ocalan gihîştîne her sê alîyan.

Ocalan name ji Qendîli Ewrûpa û Rojavayê Kurdistanê re şandin.

Derbarê vê mijarê de piştî Desteya Rêveberiya Navendî ya Navenda Giştî ya DEM Partiyê daxunanîyek hat dayîn.

Berdevka partîyê Ayşegul Doganê bi dûv meseleya desteserkirina Beledîyeya Wanê, li ser vê mijarê axivî.

Doganê vê agahîyê da çapemenîyê:

‘’Ez dixwazim têkildarî vê yekê rasterast agahiyan bidim. Erê rast e ku nameya Birêz Ocalan gihîştiye Qendîl, Ewropa, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û kesên eleqedar. Wan bi xwe jî ragihand. Me jî ev yek teyît kir. Name gihiştiye rayedarên KCK’ê yên li Qendîlê,  rayedarên HSD’ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên KCDK-E û KNK’ê yên li Ewropayê. Em dixwazin were zanîn ku ji bilî Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê li Îmraliyê tu hevdîtinên me pêk nehatine.’’

Ji vê daxuyanîyê diyar dibe, Ocalan ligel Qendîl û Rojava, dîyasporaya kurd a li Ewrûpayê jî di meseleya çekberdana PKKê de muxatab qebûl dike.

Hêjayî bibirxistinê ye, Şandeya Îmraliyê ya DEM Partîyê jî di 16 û 17yê sibatê de li Hewlêrê bi Mesûd Barzanî û Nêçirvan Barzanî re hevdîtinan kiribû.

Di hevdîtîna bi Mesûd Barzanî re peyama Ocalan a ji bo wî hatibû ragihandin.

Infowelat

————————————————

Foto: Ayşegul Doxan

infowelat.com

Li vê jî binêre

Yekitîya Ewrûpayê ji bo Sûrîyeyê civîya

Yekîtiya Ewrûpayê ji bo piştgirîya bi Sûrîyeyê re îro li Brukselê civîya. Wezîrê Karên Derve …