Her şer şerekî li dijî zarokan e

Hogir BERBIR 

Bandora şerên çekdarî li ser zarokan tenê bi birînên fizîkî re sînordar namîne. Zarokên ku ji şer û pevçûnan bi bandor bûne, bi travmayên derûnî û her wiha rasterast bi encamên şer re rû bi rû dimînin. Zarok gelek caran rastî serpêhatiyên trawmatîk ên wekî tûndî, tirs û windabûnê re tên.

Lêkolînên li ser pevçûn û şerên çekdarî hatine kirin dema ku mirov li ser kûr dibe, bandorek e erênî li pêkhateyên civakî û kesan nekirin e û bê encam man e. Bandora pevçûn an jî şeran, bi taybetî di warê derûnî de li ser zarokan gelek caran dibe sedema ku zarok bên jibîrkirin û ji nedîtî ve xûyakirin. Şer û pevçûnên çekdarî ku li ser tenduristiya zarokan îro wekî pirsgirêkek girîng dertê, dibe sedema hêmanên neyênî ku li ser tenduristiya gelemperî jî bandor bike. Ev rêbaz ji aliyê pergalên hêzdar ve mîna amûreke bikaranînê jî tê pejirandin. Di vê çarçoveyê de, tevî zêdebûn û parastinên awarte yên li herêmên pevçûn û şerê çekdarî lê diqewimin, hîna jî têgihiştinek e bi bandor û çareseriyê ya ji bo vê mijarê kêm e. Her ku diçe hejmara kuştî, birîndar û wendabûna zarokan jî zêde dibe.

Bandora şerên çekdarî li ser zarokan tenê bi birînên fizîkî re sînordar namîne. Zarokên ku ji şer û pevçûnan bi bandor bûne, bi travmayên derûnî û her wiha rasterast bi encamên şer re rû bi rû dimînin. Zarok gelek caran rastî serpêhatiyên trawmatîk ên wekî tûndî, tirs û windabûnê re tên. Trawmayên wiha bandorek neyînî li pêvajoyên pêşveçûna zarokan dike û di demek dirêj de dibe sedema pirsgirêkên derûnî ku pêşî li pêşveçûna wan digire. Gelek lêkoler nîşan dane ku zarokên mexdûrên şer in, bêhtir bi meyla nexweşiyên derûnî yên wekî nexweşiya stresa piştî trawma û depresiyonê re rû bi rû dimînin.

Bandora şerê çekdarî li ser zarokan, bi tendurustiya takekesî re sînordar namîne. Her wiha bandoreke kûr li ser civak û malbatan jî dike. Li herêmên şer û pevçûn lê didomin, zarok ji malbatên xwe têne veqetandin, sêwî dimînin an jî dibin şahidê tûndiya nava malê. Ev rewş dibe sedem ku pêşketina civakbûyîna zarokan asteng bike û dînamîkên pêşveçûna nav malbatê têk bibe. Rol û têkiliyên zarokan di nav malbatê de bi giranî ji şer û pevçûnan ku bi bandor dibe, bi giştî dibe sedemê derûniyek e nebaş a demdirêjî ku li ser pêşveçûn, başbûn û pêşeroja wan bike.

Di salên dawî de tê dîtin ku meyla hilbijartin û wendabûna zarokan di şer û pevçûnên çekdarî de zêde dibe. Zarok bi şêwazên şer ên cûr be cûr tên îstismarkirin, windakirin,  bikaranîn an jî li herêmên şer dibin armanc, têne seqetkirin û qetilkirin. Ev rewş him di warê tenduristiya giyanî û him jî warê derûnî ya hîşmendiya zarokan de bi awayekî cidî bandorê dike û parastina wan di bin bandora şer de dijwartir dibe. Di şeran de bi vî awayî bikaranîna zarokan, yek ji refleksên herî hovane yên alîkî şer e ku li ser rewşa civakê têne bikaranîn. Di vî çil salên dawîn de hejmara zarokên ji aliyê pergala serdest ve hatine qetilkirin nayê zanîn. Sedema polîtîkayên neyênî dibe sebeb ku ji aliyê malbatan ve jî zarok rastî tundiyê bên, bên seqet kirin an jî kuştin. Ev hewldan li gor  rêgez û armancên pergala serdest pêk tên, lê ji aliyê civakê ve vê rastiya nayê dîtin. An jî bi awayekî ji bo mijar bê rûpoşî kirin, têne bikaranîn. Mînaka Gulîstan Doku û herî dawî Narîn Gûran li ber çavan e.

Şer û pevçûnên çekdarî bandorên kûr û mayînde çi qasî li ser tenduristiya zarokan dihêle, her wiha têgihiştin û kêmketina van jî ku bandorê him di asta kesayetiyê û him jî asta civakî de dike, pirsgirêkên tenduristiya gelemperî bi xwe re diafirîne. Parastina zarokan ji bandorên şer ne tenê pêdiviyek mirovahî ye, di heman demê de ji bo avakirina aştî û aramiya pêşerojek e azad jî gavek e giring e. Parastina mafên zarokan li herêmên ku bênasname û bi nakok dijîn, piştgiriya wan a derûnî, çandî, sincî û neteweyî, berpirsiyariyek e hevpar e ku erka civakî ya sazîyên mirovî û navneteweyî ye.

Ji bo kêmkirin û dermankirina bandora şerê çekdarî ya li ser zarokên bakurê Kurdistanê divê hin gav bên avêtin.  PKK ku alîyekî şer e, li gor rêgez û peymanên navnetewî, maf, çarenûs û pêşveçûna zarokan, çend gav û rêzên stratejîk şanenav kirin û hin gav avêtin. Di gava yekem de, ji bo zarokên ku li herêmên şer dijîn, di her warî de li gor rêgez û pîvanên sincî û mirovî tevdigere. Bi rêya saziyên civakî alîkariyê dide xebatê xizmetên piştgiriya derûnî û rehabîlîtasyonê. Lê nayê wê wateyê ku ev têrî dike. Ji ber ku saziyên civakî di vî warî de ne xwedî bernameyeke xwedî armancên demdirêj in. Rewşa zarokên malbatên şehîd û girtiyan ku li ber pêlên bayê pişaftinê dikevin, neynika civaka me nîşan dide.

Ji ber ku bernameyeke piştgiriyê ya pergala serdest bi xwe jî tune ye, bi destê saziyên civakî, olî, terîqet, cemaat û dibistanên pisaftinê, di her warî de ji bo zarok bê pişaftin û bênasname bimîne, di warê derûnî û hîşmendî de çi ji destan tê dike. Ji deriyê pişaftin û bênasnamebûnê wêdetir, deriyê bêehlaqbûn, dizî, fihûş, afyon, esrar, eroin, meya vexwarin û ji van cihêtir vedike ku zarok dibin kûjerên xwe, malbat, civat û netewa xwe.

Ji bo vê, îro ev bar bi piranî dikeve ser milê saziyên civakî ku di warê derûnî de piştgirîya başbûna zarokan a di her warî de bikin û pêvajoyên pêşkeftina wan a tendurist pêş ve bibin. Bi vê re divê ji bo pêşerojê xebatên xwe bikin armancek mayînde û domdar.

Her wiha divê civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî li hember bernameyên neyênî yên pergala serdest têkevin nava hewldan û meriyetê, da ku ji bo parastina zarokan li herêmên şer û pevçûn lê têne meşandin. Ji bo kêmkirina polîtîkayên bandorên şer, bernameyên pêwîst  divê bên avêtin. Bernameyên perwerdehiya zimanê zikmakî şertekî jêneveger e ku divê bên kirin û piştgirîya hewldanên çandî û civakî jî ku dikare bibe alîkar ji bo pêşveçûn û pêşeroja zarokan. Bi vî awayî, wê zarok bi hêsanî xwe li jiyanek e normal bigire û bi nasnameya xwe bikaribe bijî.

Infowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Holanda êrişî mafên penaberan dike

Holanda wê di polîtîkaya xwe ya penaberîyê de guherînên bingehîn pêk bîne. Zextên li ser …