Sîyaseta kurdan gel tune dihesibîne

Hevpeyvîn: Necat Ayaz

Siyaseta kurdan encex dikare bibe tekerê stepneyê siyaseta serdestên xwe! Dema hewce bû bikartînin û dema karê wan pê diqede datînin cihê wê heta careke din! Welat jî zimanê welêt jî, dar jî û daristanên wê jî tenê amrazeke siyasetê ye. Ji ber vê ye heta anha tiştekî kurdan çênebûye û bi vî mejî û bi van kesan wê tu carî çênebe jî.

Rojhilata Navîn ji saleke zêdetir e di nava alozîyeke nedîtî re derbas dibe. Eniyên dijber ji bo serdestîya herêmê hemleyan dikin û ev jî derfeta hilweşîna statukoyê derdixe holê. Mixabin siyaseta li ser navê kurdan polîtîkayê dike di vê proseya krîtík de di dewsa esasgirtina berjewendïyên gel de xwe bi dûbarekirina jiberên berê bi sînor dike. Ev jî dibe sebeb siyaset ji fikra hevpar a civakî dûr bikeve. Me bi rêya bûyera Narînê vê meseleyê bi nivîskar Şêxmûs Sefer re gotûbêj kir.

Kuştina keça kurd Narînê ji meheke zêdetir bû mijareke sereke ya rojeva kurdan. Siyaseta kurd, rewşenbîrên kurd û gel vê meseleyê axivîn. Ev tiştekî normal e?

Di vê serdema me de her tişt êdî wekî metayekê tê bi kar anîn. Her tişt di encamê de pere dike an na li wê tê nêrîn. Mixabin di kuştina Narîn de jî çapemeniya dîtbarî û nivîskî têra xwe ji vê meseleyên ‘xwar in’. Dîsa ew pîsporên her tiştî li ser ekranên televizyonên ku li ser navê wan weşanê dikin rahiştin darikan û li ser îxtîmalên şêweyên kuştina Narîn bi şev û rojan şîrove kirin! Andy Warhol dibêje; wê rojekê her kes ji bo 15 deqeyan bi navûdeng bibe. Mixabin di vê meselê de gelek kes xwest ji 15 deqeyan zêdetir bên xuya kirin, yek ji sedeman ev e ku kuştina Narîn her dirêj dibe û hîn jî ne zelal e bê kê kuştiye.

Ji ber em jî li vê axê dijîn bêguman di bin tesîra rojevê de dimînin. Her çi qas di destpêkê de ev mesele wekî meseleyek e adlî, krîmînal xuya dikir jî her çû rengê wê guherî û bû meseleyek e siyasî. Ji partîyên cûrbecûr yên di meclîsa tirkiyê de komên wan hene bigirin heta wezîrên hukumetê her roj serdana gundê Narînê dikirin. Tu kes sere xwe ji bo kuştina zarokekê ew qas naêşîne, eger ne sîyasî be. Gel jî û siyaseta kurdan têra xwe mijûl bû.

Te di hevpeyvîna xwe ya bi Rûdawê de got, “her sal 10 hezar zarok li Kurdistan û Tirkiyeyê winda dibin. Herwiha, zilma leşkerî, siyasî û aborî li Kurdistanê girantir dibe. Ekolojîya welêt bi tunekirina daristanan tê hilweşandin. Çima ev nabe mijara bingehîn a siyaseta kurd?

Windabûna zarokan li her derê dinyayê mijareke pirr hessas e. Mixabin ji ber nikarin dengê xwe bigihînin kes û derdoran wendabûna wan dilê mirov diêşîn e. Li gorî Sazîya Îstatîstîk a Tirkîyeyê ku piştî 1996an agahiyên bi vî rengî nema parve kiriye, salê nêzî 10 hezar zarok winda bûne. Ev yek zêde ne di bala kesî de ye û dengê kesî jî di vê mijarê de dernakeve, ji xeynî xwediyên zarokan.

Dema em bipirsin bê divê çi bibe mijara siyaseta kurdan û çi nebe, divê em hinekî di xwe de bifikir in! Gelo gel û siyasetmedarên gel ji eynî cihî li meseleyê diner in? Gelo tiştê tu hîs dike û siyaset hîs dike heman tişt e? Siyaseta kurdan siyaseteke sanal e. Wekî heyî xwe dide xuya kirin lê di rastiya xwe de tune(ye)! Siyaseta kurdan encex dikare bibe tekerê stepneyê ya siyaseta serdestên xwe! Dema hewce bû bikartînin û dema karê wan pê diqede datînin cihê wê heta careke din! Welat jî zimanê welêt jî, dar jî û daristanên wê jî tenê amrazeke siyasetê ye. Ji ber vê ye heta anha tiştekî kurdan çênebûye û bi vî mejî û bi van kesan wê tu carî çênebe jî. Ya kesên wekî me jî ‘hêviyek e’ û wekî Nietzsche gotîye “hêvî jî domkirina îşkenceyê ye!” Dizanim rexneya min hinekî giran e lê dema ked û bedela kurdan daye û siyaseta kurdan didim ber hev bawer bike ez kêm dibêj im!

Kemalîstên li paş maskeya çepgirîyê xwe vedişêrin qala feodalîteya civaka kurd dikin û vê rewşê wekî sebeba esasî ya kuştina zarokan nîşan didin. Tu ji bo vê mijarê çi dibêjî?

Berî anha bi demekê nivîskarekî kurd di quncikeke xwe de behsa vê yekê kir û hinek rexne li çepgirên Tirkan kir ku bi erka xwe ya çepgiriya em dizanin ranabin û wekî kemalîstan tevdiger in. Dema nivîs hat weşandin, rojnameya xwedêgiravî li ser navê kurdan derdikeve û bi keda kurdan li ser piya dimîne nivîsek weşand û lêborîna ji wan çepgirên tirkan xwest. Ji ber ku vê derdorê ji wê nivîsê aciz bûbûn! Yanî tu nikare wan rexne jî bike. Têra xwe ji faşîzma xwe razîne. Û dema kurdek bi şaşî wan rexne dikin jî ew vê carê radibin û me kurdan bi faşîzmbûyînê rexne dikin! Wekî masiyê di hundirê habîtata xwe de bijî û ev yek ji bo masî pirr normal be çepgirên faşîst yê tirk jî wê faşîzmbûnê wekî habîtata xwe ya jiyanê dibîn in û tu carî naxwazin bi vê rastiyê rûbirû bimîn in!

Parlementerek ku ev du serdema bi dengê kurdan diçe parlementoya tirkiyê di xebatên hilbijartinê de li ser pirsa kurdekî bersiveke dîrokî da û got; “ez nikarim bi faşîstên tirkan dakevim îcar ez ê bi yên kurdan dakevim!” Siyaseta kurdan gelê me ew qas ‘gêj û ehmeq’ kiriye bawer bike ew parlementerê ku naxwazim navê wî jî li vir binivîs im sibehê rabe were Amedê, Mêrdînê an Wanê wê bi sedan keç û xortên kurd bi kelecan wî pêşwazî bikin! Eger pirtûkek nivîsandibe wê bi sed metroyan têkevin dûhev da ku îmzeya xwe ji bo wan nîşan bike! Û ez û tu jî em biçim di kuncikekê de rûnên û bende bin bê gelo çend kes wê were li helbesta kurdî an xebateke lêkolînê ya kurdî gohdar bike.

Eger ez edîtorê wê rojnameyê bûma min ê bigota bila herin serê xwe li dîwaran bixin û heta dawî ez ê li pişt nerîna nivîskarê kurd bisekiniyama. Lê mixabin êdî em ji kurdan bêtir dişibin tirk, faris û ereban! Piştî 400 salî Ehmedê Xanî rabûya û rewşa kurda bi vî halî bidîta ez bawer im wê careke din bimira. Kurdên ku dilê xwe dibijin serdestên xwe êdî di nav kurdan de serdest in û ev yek wê koka kurdan bîne eger guherîneke bingehîn nebe!

Ez dixwazim dîsa vegerim hevpeyvîna te ya bi Rûdawê re. Te got “dewlet bi vê bûyerê dixwaze hebûna xwe ya li Kurdistanê meşrû bike. Kemalîst û îslamîstên tirk dixwazin bêjin “em kurdan sivîlîze dikin.” Ji bo vê pozîsyonê tu yê çi bêjî?

Mebesta min ji meşrûbûnê ev e, dewlet dibêje ne ji min be wê kurd hev bixwin. Ez bawer im heta anha gelek kesan ji me ev hevok ji mezinên xwe jî bihîstiye. Dibêjin dema ku em bi serê xwe bimîn in em ê hev biqelîn in. Xwendina vê nerînê ev e; divê esker û polîs her li ser serê me be. Dewleta dagirker dive heta hetayê li vir be yan na em ê hev bikujin! Pêşî vê nerînê dixe mejiyê me û paş re jî hebûna xwe li ser me ferz dike.

Di kuştina Narinê de jî ev hişmendî hebû. Hinekan pirr vekirî û zelal digot in:

“Eger dibistanên ku me di wext de vekiribûn bi erka xwe rabûya wê kurd ew qas ne wahş û dirinde bûna!”

“Eger dibistanên me û mizgeftên me bi rola xwe baş rabûna wê kurd zûde bi temamî di nava me de biheliyana!”

Eger perwerdehî hewce be bêguman ya herî baş li cem desthilatdarên me heye û bêguman zimanê vê perwerdehiyê tirkiye!

Eger kurd dixwazin bi rabûnûrûniştineke xweş û baş tevbiger in bêguman ev jî li cem wan peyda dibe û divê kurd dest ji hemû çanda xwe berdin!

Û eger kurd naxwazin her birçî bimînin û dixwazin wekî mirovan bijîn ew çi modelên ekonomiyê pêş wan bikin divê di wê riya de biçin!

Yan na wekî di kuştina Narînê de jî me dît ku kurd zarokên xwe dikujin, destdirêjiyê li wan dikin û wê tu carî terbiye nebin!

Em werin sekna siyaseta kurd a di alozîya dawî ya li Rojhilata Navîn. Te di parvekirineke xwe de got “çi tiştên li vê dinyê diqewime û kêfa kurdan tîne ev rêxistina ‘halklar’ li dij e. Bi ya te Dem Partî ji fikr û sekna kurdewar dûr ketîye?

Ez bawer im li tu derên dinyê tu rêxistin wekî yên li ser navê kurdan ava bûne û hebûna kurdan wekî tune dihesibînin wê peyda nebe. Dibe ku li bakur hilbijêrên kurd dixwazin ji reş re bêjin reş, lê rêxistina li ser nave wan xwedêgiravî siyasetê dike dibêje na ew ne reş e spî ye! Tu wekî hilbijêr dibêje ez dixwazim ber bi rojava ve bimeş im  ew derdikeve dibêje na divê tu ber bi rojhilat ve here! Dema tu bixwaze bêje lamûcîm jî dîrekt ya tu xayîne, ya tu xwefiroş e û ya jî ajan e!

Ev tam sed sal e dewleta tirkî dixwaze kurdan bi awayekî tune bike. Her çi qas bi fizikî ev nebû jî wekî di lîteratura cihanê de tê gotin xwest bi komkujiya spî kurdan bihelîn e. Bi ya min rêxistinên kurdan bi zanebûn an bi nezanî xizmetê ji vê yekê re dikin.

Her çi qas çend kesên kurdî û kurdewar di nav siyaseta kurdan de cih digirin hebin jî lê baş tê zanîn ku yê siyaseta kurdan dizayn dike çepgirên tirkan in ku di gelek rojê netewî yên tirkan de ala tirkî parve dikin, pesnê ataturk didin.

Rojên maçên tîma tirkan û yên biyaniya hebin ekseriyeta kurdan piştgiriya tîma tirkan dikin! Di malên xwe de bi hebûna ala tirkan êdî tu adiziya najîn, di mîtingên xwe de dikarin ba jî bidin. Lê gelek caran dikarin êrîşî ala rengîn jî bikin ku xwedêgiravî ew temsilîyeka siyaseta perçeyekî din dike!

Welhasil, bi xwe ez dikarim li ser navê xwe bêjim ku îroj ne siyaseta bakur tenê ya başûr jî temsilîyeta kurdan nake û kurd ne di xema wan de ye. Her hesî daye dû berjewendiyên xwe yên şexsî, malbatî û hizbî!

————————————-

Kî ye Şêxmûs Sefer?

Di 1977’an li Mêrdînê hat dinyê. Di Azadiya Welat de sê salan xebitî. Ji ber xebatên xwe yên sendîkayê di sala 1999’an de ji Kurdistanê hat sirgûnkirin. Du deman di KESKê de serokatiya Tarim Orkam-Senê kir û du salan di sekreterîya Meclîsa Aşitiyê ya Amedê de xebitî. Gelek caran berdevkiya Platforma Şaxên Sendikayên KESKê yên Amedê û ya Platforma Demokrasiyê kir. Li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn du salan wekî mamosteyê helbestê cî girt. Ji bilî van xebatan, Sefer nêzîkî şeş salan ji bo Stêrk-TVyê Bêndera Çandê amade kir. Di Komeleya Nivîskarên Kurd û Navenda PENa Kurd de salên dirêj wekî rêvebir xebitî.
Sefer ji bo Şanoya Bajêr a Amedê helbestên muzîkalên Hamlet û Mem û Zînê û sê pirtûkên helbestê yên bi navê Bîstan Hatin Berdan,  Piştî Xezal Terqiyan û Berfa Êvarê nivîsandine.

Derbarê Necat Ayaz DE

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Çawa 80 leşker girava 2.1 milyon km² diparêzin?

Meseleya Greenlandê ya bi saya Trump ket rojevê, sar nabe. Pirsa ‘ka bi 80 leşkeran …