Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot û hempîşeya wî ya alman Annalena Baerbock li Şamê bi Serokê Heyet Tehrîr El Şam Ehmed El Şerî re civîyan.
Meseleya parastina mafên kurdên Rojava rojeva Noel Barrot û Baerbockê bûn.
Dîplomasîya Ewrûpayê ya ligel rêveberîya nû ya Şamê derbasî asteke din bû.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot û hempîşeya wî ya alman Annalena Baerbock di 3yê çirîya pêşîn de li Şamê bi Serokê Heyet Tehrîr El Şam Ehmed El Şerî re civîyan.
Herdu wezîran di hevdîtinê de peyamên pêkanîna aramîyê li Sûrîyeyê dan.
Mafên kurdan
Meseleya parastina mafên kurdên Rojava rojeva Noel Barrot û Baerbockê bûn.
Di daxuyanîyên piştî hevdîtinê de vê meseleyê derket pêş.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê kurdan wekî “hevpeyman”ên Fransayê pênase kir û got:
“Divê çek li bakurê welat (Sûriyê) bêdeng bin.”
Noel Barro di civîna xwe ya bi rêxistinên sivîl re jî got, “divê çareseriyeke siyasî ji bo hevpeymanên Fransayê ku kurd in, bê dîtin, da ku ew bi temamî beşdarî vê proseya siyasî bibin ku îro dest pê kiriye.”
Baerbock: “Ewlehiya kurdan girîng e”
Wezîra Karên Derve yê Almanyayê Annalena Baerbock di civîna çapemenîyê de wiha îşaret bi pêdivîya ewlehîya kurdan kir:
“Ewlehiya kurdan girîng e ji bo Sûriyeyeke aram. Loma pêwîstî bi dawîanîna bi vî şerê li bakurê welêt heye û her wiha pêwîstî heye hêzên kurd tevlî artêşa nû ya Sûriyeyê bibin.”
Wezîra alman bi van gotinan jî pesnê civîna dawî ya di navbera nûnerên Rojava û HTŞê de da:
“Bi mebesta dabînkirina ewlehiya rastîn ji bo hemû aliyan destpêkirina diyalogê bi hêzên Sûriya Demokratîk reku piranî kurd in, gaveke destpêkê ya girîng e.”
Daxuyanîya hevpar
Wezîrên alman di heman rojê de bi daxuyanîyeıe hevpar pozîsyona xwe ya di meseleya Sûrîyeyê de bêtir zelalkirin:
Di daxuyaniya hevpar de ev cî girtin:
“Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot û hevtaya wî Annalena Baerbockê ya Almanî îro bi Serokê Rêveberiya Sûriyeyê Ahmed Şer re axivîn.”
“Çareseriyeke ku berjewendiyên ewlehiyê yên hemû aliyan biparêze, bi taybetî yên hevparên me yên Kurd di nava Hêzên Sûriya Demokratîk de ku mil bi mil bi me re li dijî DAIŞê şer dikin.”
Li gorî daxuyaniyê, rayedarên rêveberiya nû ya Sûriyeyê soz dane ku beşdariyeke pireng a berfireh di qonaxa derbasbûnê de ava bikin.
Herwiha hat gotin, jin wê bibin beşek komîteya amadekar a konferansa diyaloga neteweyî ku wê di rojên pêş de dest bi karên xwe bike.
Infowelat
——————————————-
Foto: Hevdîtina wezîrên karên derve yên Almanya û Fransayê bi Serokê HTŞê Ehmed El Şerî re/Npasyria.com