Marc Rubio: Em terka kurdan nakin

Trump wê di 20ê kanûna paşîn de bi fermî bibe serokê nû yê Amerîkayê.

Gelek kes ji bo polîtîkayên Trump ên ji bo Rojava ji niha ve fikaran dikin.

Lêbelê Marc Rubio ragihand, ew ê desteka Amerîkayê ya ji bo kurdan bidome.

Marco Rubio di çarçoveya pesendkirina namzetiyê de, beşdarî rûniştina Komisyona Têkîliyên Derve ya Senatoyê bû û pirsên senatoran bersivand.

Rubioyê ku ji alîyê Trump ve namzetê Wezareta Karên Derve hatîbû nişandan, di bersivên xwe de dostanîya bi Rojava re parast.

Rubio li ser pirsa Senatorê Demokrat Chris Van Hollen got:

“Dema têkoşîna li dijî DAIŞê kurdan bi fedakariyeke mezin şirîkatiya me kirin. Niha em şirîkên xwe terk bikin, wê encamên wê yên neyînî çê bibin. Kurd îroj tên tehdîtkirin. Ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê, divê desteka Amerîkayê dewam bike.”

Marco Rubio ji bo rêveberiya nû ya li Şamê jî van gotinan kir:

“Tevî ku paşeroja kesên di rêveberiya nû de cî digirin ji kontrola sicîlê ya FBIyê derbas nabin jî, li pêşiya wan firsendeke nû heye, lazim e rûmetê bidin kêmaran û kurdan biparêzin.”

Çima divê Sûrîye aram be?

Rubio di bersivên xwe de giringiya aramîya li Sûrîyeyê wiha îzeh kir:

“Hebûna Sûriyeyeke ku êdî ne qada lîstikê ya DAIŞê be ku rêzê li kêmîneyên olî bigire, xirîstiyan û kurdan biparêze û nebe amûreke ku Îran bi rêya wê xwe bigihîne Hizbulahê û li Libnanê bêîstiqrarîyê pêş bixe, di lehê berjewendiya neteweyî ya Amerîkayê û hema hema her netewe-dewletên li Rojhilata Navîn de ye.”

Erdogan hişyar kir

Wezîrê Karên Derve yê namzet Marco Rubio serokomarê Tirkîyeyê Tayyib Erdogan wekî astenga li pêşiya kurdan destnîşan kir û wiha Erdogan hişyar kir:

“Ez bawer dikim ku girîng e em zû peyamekê bidin Erdogan jî ku divê ew guherîna desthilatê ya li Amerîkayê wekî derfetekê nebîne ku peymanên heyî bin pê bike.”

Rubio derbarê agirbesta heyî de jî got, “Aniha derbarê Kurdan reagirbesteke qels heye. Parastina wê girîng e.”

Infowelat

Foto: Marc Rubio/Rudaw

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa: Peymana aştîyê bêyî me nabe

Trump bêyî welatên ewrûpî û Ukraynayê dixwaze bi Putin re aştîyê gotûbêj bike. Ewrûpa di …