9ê çirîya pêşîn (cotmeh) ku wekî roja “komploya li hemberê Ocalan” tê pênasekirin, bi çalakîyan hat şermezarkirin.
9ê çirîya pêşîn (cotmeh) ku wekî roja “komploya li hemberê Ocalan” tê pênasekirin, bi çalakîyan hat şermezarkirin.
Rojava îsal jî bi çalakîyên girseyî balê kişand ser xwe.
Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakî piranî bi asta daxuyanîyan bi sînor bû.
Dewleta tirk destûr neda Dem Partîyê li Amedê mîtînga azadîya ji bo Abdullah Ocalan li dar bixe.
Li başûrê Kurdistanê wekî hercar Mexmûr di warê beşdarîya girseyî ya çalakîyan de serî kişand.
Çalakîyeke din a girseyî ya li Başûr li Şengalê hat lidarxistin.
Ji bilî Kurdistanê, li Ewrûpayê çalakî hatin lidarxistin.
KCDK-E pêşengîya çalakîyên li welatên Ewrûpayê kir.
Lîderê PKKê Abdullah Ocalan di 9ê çirîya paşîn a 1998an de neçar mabû terka Sûrîyeyê bike û biçe Atînayê.
Her sal di salvegera vê rojê de bi pêşengîya PKKê û sazîyên li ser xeta rêxistinê ve çalakî tên lidarxistin.
Abdullah Ocalan
Abdullah Ocalan lîderekî Kurd e ku li çar parçeyên Kurdistanê bi milyonan alîgirên wî hene. Ocalan tevlî çend hevalên xwe, di 1978’an de Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ava kir. PKK di 1984’an de ji bo rizgariya Kurdistanê li dijî Tirkiyeyê dest bi şerê gerîla kir.
Ocalan ji ber zexta şer a dewleta Tirk a li dijî Sûriyeyê, di 1998’an de neçar ma terka vî welatî bike. Yûnanistan bû welatê yekemîn ku Ocalan xwest îltîca bike. Ji ber ku hukumeta Yûnan vê red kir, Ocalan çû Îtalya û Rûsyayê. Lêbelê her du welat jî daxwazên Ocalan red kirin û lîderê PKK’ê neçar ma biçe Kenyayê. Ocalan di Sibata 1999’an de bi operasyoneke navneteweyî li Kenyayê teslîmî dewleta Tirk hat kirin.
Tirkiye bi dadgeheke neadil Ocalan mehkeme kir û cezayê îdamê lê birî. Paşê ceza nehat înfazkirin û veguherî cezayê girtîgehê yê heta hetayê. Ocalan niha di bin tecrîdeke giran de tê girtin û ji 2020’an û vir ve bi wî re hevdîtin nikare bê kirin.
————————————-
Foto: Çalakîyeke protestokirina komploya li hember Ocalan/X.com
Infowelat