PKKê bi daxuyanîyeke surprîz destekê da proseya hevdîtinên Ocalan re.
Partîyê bi tevahî destekê da banga Ocalan a wê di 15ê sibatê de bê kirin.
PKKê bi daxuyanîyeke surprîz destekê da proseya hevdîtinên Ocalan re.
Armanca proseya dawî ku bi însîyatîfa hikumeta tirk dest pê kiribû, çekberdana PKKê ye.
Bi dûv hevdîtinên bi Ocalan re hatibû ragihandin, wê Ocalan daxuyanîyeke bide.
Roja daxuyanîya lîderê PKKê Abdulah Ocalan wekî 15ê sibatê hatibû ragihandin.
Loma jî awirên herkesî di carekê de zîvirîbûn ser helwesta PKKê ya ji bo vê daxuyanîyê.
Endamê Komîteya Navendî ya PKKê Murat Karayilan ji bo çekberdanê îşaret bi pêdivîya kongreyeke partîya xwe kiribû.
PKKê di daxuyanîya dawî de bi tevahî destekê da banga Ocalan a wê di 15ê sibatê de bê kirin.
Di daxuyanîyê de banga Ocalan wekî “destpêkeke nû” hat pênasekirin.
“Destpêkeke nû”
PKKê bi van gotinan qala “giringîya” daxuyanîyê kir:
“A niha, di salvegera 26. de, di encama vê berxwedana mezin de ku ji aliyê Rêber Apo, gelê me û dostên me ve tê meşandin, diyar e dê pêşketinê nû rû bidin. Bi vê berxwedana mezin a 26 salan û bandora şerê cîhanî yê sêyemîn ê li Rojhilata Navîn êdî êrîşa Komploya Navneteweyî û pergala Îmraliyê ya tecrîd, êşkence û qirkirinê bi temamî hatiye teşhîrkirin û şikandin û perçekirin. Êdî ev pergal û êrîşên neheq, bêedalet û hovane tên derbaskirin; tu kes xwedî li pergala berbehs dernakeve û xwediyên wê jî êdî nikarin ji bin barê wê derkevin. Di salvegera 26. de di serî de gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, hemû cîhan li benda derketina Rêber Apo ya nû û destpêkeke nû ye.”
“Pêvajoya veguherîn û jinûveavabûnê”
Paşê, banga Ocalan wekî “jinûveavabûn” hat pênasekirin û wiha hat gotin:
Wisa dixuye ku ger aloziyeke cidî û destwerdaneke derbeyî pêk neyê wê ji aliyê Rêber Apo ve pêvajoyeke nû, ji bo her kesî pêvajoya veguherîn û jinûveavabûnê dest pê bike. Dê PKK û gelê Kurd biguherin, dewleta Komara Tirkiyeyê biguhere, Rojhilata Navîn û hemû cihan biguherin. Bila dewlet netirse; Rêber Apo û gelê Kurd dê dewletê xirab nekin, dê girêdayî demokrasiyê bi awayekî zelal ji nû ve ava bikin. Bila civaka Tirkiyeyê netirse; Rêber Apo û gelê Kurd wê Tirkiyeyê perçe nekin, girêdayî azadiya gelê Kurd dê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bixebitin. Hewlên Rêber Apo û gelê Kurd ên têkildarî azadî û demokrasiyê, wê ne li Rojhilata Navîn û cîhanê ne li hemberî tu kesî bin; dê ji bo her kesî berjewendiyên demokratîk werin esasgirtin.”
Infowelat
—————————-
Foto: Ala PKKê