Amerîka, Brîtanya û Yekîtiya Ewrûpayê li Romayê ji bo parastina kêmarên Sûriyê li hev kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajanî li piştî civînê, berê xwe da Sûriyeyê.
Ji bo dîzayna nû ya li Sûrîyeyê Îtalyayê civînekê hat lidarxistin.
Wezîrên karên derve yên DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê), Brîtanya, Fransa, Almanya û Îtalyayê tevlî civînê bûn.
Tirkîye ji bo vê civîna di 9ê çileye de hat lidarxistin nehat vexwendin.
Hat ragihandin, berîya civînê bi Tirkîye û Erebistana Siûdî re bi telefonê hatîye axaftin.
Di civîna Romayê de hat qebûlkirin, êrîşeke Tirkîyeyê wê îstikrara herêmê xera bike.
Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajanî li piştî civînê ragihand, ew ê serdana rêveberiya li Şamê bike.
Yekîtiya Ewrûpayê dîyar dike, eger rêveberiya Şamê xwe ibguherîne wê ambargoyên li dijî Sûrîyeyê bên betalkirin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller jî “ji bo rûmetê bidin mafên mirovan ên hemû komên li Sûriyê û hiqûqa însanî” bang kir.
Lî alîyekî din, li dijî gefên li ser Rojava- daxuyaniyek jî ji Fransayê hat.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Fransayê Christophe Lemoine ji çapemenîyê re wiha axivî:
“Wekî ku serokomarê me jî dibêje, haya me ji deynê me yê ji Hêzên Sûriya Demokratîk û şervanên azadiyê heye. Di salên dijwar ên têkoşîna li dijî terora DAÎŞê wan li gel me şer kirin. Em dizanin niha jî em deyndarên wan in.”
Infowelat
——————————————–
Foto: Civîna Romayê ya li ser rewşa Sûrîyeyê/Medyaya Civakî