Hevdîtinên bi siyaseta tirk re dest pê kirin

Nûnerên DEM Partîyê ku ji Ahmet Turk, Sirri Sureya Onder û Pervîn Buldan pêk dihat, bi serokê parlamentoyê Nûman Kûrtûlmûş û serokê MHPê Devlet Bahçeli re re hevdîtinê kirin.

Pervîn Buldan dabû zanîn, Ocalan ji wan xwestîye tevlî Ahmet Turk bi serokên partîyan re hevdîtinan bikin û dîtinên wî rabigihînin.

DEM Partîyê li Enqereyê dest bi tûra dîplomasîyê kir.

Heyeta partîyê bi serdana MHPê dest bi xebata xwe kir.

Koma partîyê ku ji Ahmet Turk, Sirri Sureya Onder û Pervîn Buldan pêk dihat bi serokê parlamentoyê Nûman Kûrtûlmûş re hevdîtinê kirin.

Paşê nûnerên partîyê berê xwe dan MHPê û serokê partîyê Devlet Bahçelî re hevdîtinê kirin.

Bahçelî di çirîya pêşîn (cotmeh) de di parlamentoyê de banga hevdîtîna bi Ocalan re kiribû.

Bahçelî gotibû, dive Tirkîye aştîya navxweyî pêk bîne û ji bo vê jî îşaret bi rola serokê PKKê Ocalan kiribû.

Paşxaneya proseya nû 

Hêjayî bibîrxistinê ye, hevdîtinên bi siyaseta tirk re piştî serdana Sirri Sureya Onder û Pervîn Buldan a Îmralîyê hatibû rojevê.

Wekîla Wanê ya partîyê Pervîn Buldan dabû zanîn, Ocalan ji wan xwestîye tevlî Ahmet Turk bi serokên partîyan re hevdîtinan bikin û dîtinên wî rabigihînin.

Şandeya DEM Partîyê wê hevdîtinên xwe yên bi partîyên sîyasî re bidomîne.

Bernameya hevdîtînan

Bernameya serdanan wiha ye:

  • 6ê kanûna pêşîn:

Hevdîtina Partîya Gelecekê, AKP, Partîya Saadetê,

  • 8ê kanûna pêşîn:

Hevdîtina bi Partîya DEVA, Partîya Yeniden Refahê

Infowelat

—————————————-

Foto: Hevdîtîna şandeya DEM Partîyê ya bi serokê parlamentoya tirk Numan Kurtulmuş re

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa: Peymana aştîyê bêyî me nabe

Trump bêyî welatên ewrûpî û Ukraynayê dixwaze bi Putin re aştîyê gotûbêj bike. Ewrûpa di …