Îran di salekê de 811 kes darve kirin


Rejîma Îranê di 12 mehên dawî de 811 kesan darve kirin.

Ev daneyên dilsoj di Roja Cîhanî ya li Hember Cezayê Mirinê hat ragihandin

Rêjeya kesên li Îranê tên îdamkirin ji % 20 zêde bû.

Rejîma Îranê di 12 mehên dawî de 811 kesan darve kirin.

Ev daneyên dilsoj di Roja Cîhanî ya li Hember Cezayê Mirinê hat ragihandin.

Lêkolîna derbarê mijarê de ji alîyê Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) hat weşandin.

Aktîvîstên mafên mirov diyar kirin, li Îranê herî zêde kurd û belûc tên darvekirin.

Di navbera salekê de 172 belûc ji alïyê rejîmê ve hatine darvekirin.

Li aliyekî din, Iran Human Rights ku saziyeke li Norwêcê hatîye damezrandin, di vê mijarê de li ser medyaya civakî kampanyaye ji bo rojekê dest pê kir.

Di destpêka kampanyayê de nameya xelatgira  Xelata Aştîyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî hat xwendin.

Jina xelatgir ku li Îranê di girtîgehê de ye, bang li cîhanê kir, “Ji bo sekinandina mekîneya îdamê alïkarîya me bikin.”

——————-‐———————

Foto: Dîmeneke darvekirinê ya li Îranê/X.com

Infowelat

Îran cezayê îdamê li aktîvîsta kurd birî

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa mesrefa ji bo parastinê zêde dike

A. Rahman Çelîk  Şerê Ûkraynayê û rageşiya bi Amerîkayê welatên Ewrûpayê dixe nava fikaran. Hin …