Necat Ayaz
Ji dema hilweşîna rejîma Baasê û vir ve Amerîka û Fransa ji bo yekitîya kurdan li Rojavayê Kurdistanê pêk were, di nava hewldanan de ne. Şandeyên her du welatan ji destpêka meha meha borî û vir ve li Rojava bi alîyên kurd re dicivin.
Fransa ji bo pêkanîna yekitîya rêxistinên Rojavayê Kurdistanê di nava hewldanan de ye.
Berîya vê hevdîtinê, şandeya fransî bi Mazlûm Ebdî re hevdîtinekê li dar xistibû.
Hewldanên Amerîka û Fransayê
Ji dema hilweşîna rejîma Baasê û vir ve Amerîka û Fransa ji bo yekitîya kurdan li Rojavayê Kurdistanê pêk were, di nava hewldanan de ne.
Şandeyên her du welatan ji destpêka meha meha borî û vir ve li Rojava bi alîyên kurd re dicivin.
Nûnerên amerîkî û fransî ewil bi rêveberîya Rojava re hevdîtîn ki dar xistibûn.
Paşê, şandey hevpar a Amerîka-Fransayê di 20ê çirîya pêşîn de bi Konseya Serokatîya ENKSê re hevdîtînekê pêk anîbûn.
Dîyaloga di navbera rêxistinên Rojava de piştî binketina proseya Dihokê û hevdîtinên sala 2020an an, bi rêya însîyatîfa DYA û Koalîsyona Navneteweyî dest pê kiribû.
Di hevdîtinan de PYD û hevalbendên wê di bin sîwana Partîyên Yekitîya Neteweyî ya Kurd (PYNK) de bi ENKSê re civîyabûn. Mixabin tevlî hewldanên navbeynkaran jî her du alîyên kurd lş hev nekiribûn.
ENKS çi dixwaze?
ENKS ku destekê ji PDKê digire, hewl dide di proseya nû ya li Sûrîyeyê rolekê bilîze.
Tevî ku li seheyê hêza wê ya sîyasî û leşkeri tune jî, rêxistin xwe wekî nûnerê Rojavayê Kurdistanê nişan dide.
ENKS daxwazên xwe yên ji bo pêkhatina yekitîya kurdên Rojava bi awayekî zelal ji devê berdevkê xwe Nawaf Reşîd diyar kir.
Reşîd ji bo nêzîkbûna pozisyona di navbera her du alîyan de guherîna rêveberîya Rojavayê Kurdistanê wekî şert nişan dide.
ENKS bi rêya berdevkê xwe vê daxwazê ji rêveberîya Rojava dike:
“Berî her tiştî, divê rêveberîya Rojava biguhere. Mezlûm Ebdî xwe wekî nûneran kurdan nabîne. Ew xwe wekî nûnerê Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê nişan dide. Ji bo ENKS wî qebûl bike divê terka vê bike. Divê ew bêje `ez kurd im û nûnerê kurdên Sûrîyeyê me lê ne nûnerê Minbîc û Reqayê me.` Li alîyekî din, dive Mezlûm Ebdî ji Tirkîyeyê re bêje bêje `em ne PKKyî ne` û bi eşkereyî bêje `em ne li hember Tirkîyeyê ne.` Bi vî awayî, divê bawerîyê bide Tirkîyeyê.”
Ji bilî van şertan, ENKS ji rêveberîya Rojava daxwaz dike, hemû kandorêyên PKKê ji Rojava bên derxistin.
Proseya Dihokê
Dîyaloga yekemîn a di navbera ENKS û PYDê de di 2014an de bi navbeynkarîya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve dest pê kiribû.
Her du alî di dema şerê bi DAIŞê re li Dihokê demeke dirêj hevdîtinan kiribûn.
Di hevdîtinan de alîyan ji bo damezrandina rêveberî û hêzeke hevpar li hev kiribûn.
Mixabin peyman neketibû merîyetê û ji ber binketina meşandina peymanê alîyan hevûdû sûcdar kiribûn.
Hewldanên ji bo yekitîyê di 2020an de careke din dest pê kiribûn.
Lê tevî ku di hin mijaran de her alîyan li hev kiribên jî proseya yekîtîyê bê encam mabû.
——————————————
Foto: Ava Today