David Romano: Yekitîya kurd dikare bi vîzyona lîderan pêk were

Hevpeyvîn: Necat Ayaz

“PKK ê PDK heta niha xwestine îtîbar û rewabûna ya din lawaz bikin. Loma jî jiholêrakirina van cudahîyan dijwar e. Ew di heman demê de hem li Başûr hem jî li Rojava di nava pêşbirkê de ne. Eger ew li ser peymaneke ku wan wekî tekane serdestê li herêma xwe nas bike li hev bikin, di qada îdeolojîyê de li ser nelihevkirina xwe li hev bikin û destûrê nedin ew li hemberê hev bibin alavên hêzên herêmî, wê demê ew ê bikaribin di nava aştîyê de baştir bi hev re bijîn.”

Hevdîtînên ku Ocalan di navenda wan de ne û nêzîkbûna di navbera PKK û PDKê de du mijarên li pêş ên rojevê ne. Qonaxa dawî ku armanca wê bîdawîkirina şerê gerîlaye, bi hevdîtînên Şandeya Îmralîyê, aktorên li Başûr jî digire nava xwe. Li alîyekî din, modela Konfederalîzma Demokratîk di nava pêşbirka jeopolîtîka piştî hilweşîna Esad û hewldanên ji bo yekitîya kurd de, hewl dide hebûna xwe dom bike. Me van mijaran bi pisporê kurd û Rojhilata Navîn David Romano re gotûbêj kirin.

Dema hûn tevgerên mîlîtan û bersivên dewletê binerin, çawa hûn ê guherîna HTŞê ya di bin lîderîya Colanî de û bandorên wê yên li ser herêma xweser a kurd binirxînin?

HTŞya di bin lîderîya Colanî de gelek ji pozîsyonên xwe di nava demê de û di dema rêveberîya wan a li parêzgeha Idlibê de (rêveberîyeke ku herdem pir ne giring bû),  nerm kirin. Lê ew di bingeha xwe de neguherîne. Ew hîn tevgereke îslama sunî ne û ji cîhadîzmê derketine holê. Divê sebeba guherîn û maqûlbûna wan jî bê vekolandin. Ew ji dil guherîne an ji ber pêdivîyên pratîkî û stratejik guherîne? Eger bersiv a duyemîn be, em ê vê pirse bikin: Dema ku çawa ew bi xwe bawer bibin, wê vegerin sekna xwe ya zêdetir radîkal a berê?

Hûn dîmeneke çawa dibînin dema li têkilîyên Tirkîyeyê yên bi komên çekdar ên cihêreng ên li Sûrîyeyê dinerin? Wê bandorên van têkilîyan ên li ser Rojava çawa be?

Hêza wekîl a sereke ya Tirkîyeyê ya li Rojava Artêşa Neteweyî ya Sûrîyeyê (SNA). HTŞê jî di heman demê de deyndarê Tirkîyeyê ye û pir girêdayî wê ye. Lê tevî vê jî, ez ê HTŞê wekî hêza wekîl a Tirkîyeyê pênase nekim. Belkî di hin mijaran de di navbera Enqere û HTŞê de mesafeyekê an di nava demê de hin cudahîyên zêdetir pêk werin. Eger alternatîfa ji bo girêdana bi Tirkîyeyê re, bo nimûne desteka Erebistana Siûdî an welatên din derkeve holê, wê ev pêk were.

Ji bilî vê, Tirkîye ji destpêka şerê navxweyî ya di 2011an û vir ve daxwaza xwe ya bi komê û kesên cîhadîst re nîşan daye. Digel ku Enqere niha qala pêşîbirîna DAIŞê li Sûrîyeyê dike jî, Tirkîye bi salan destûrê da DAIŞê ku kesên tevlî wê dibin û lojîstîk bi serbestî ji Tirkîyeyê bê veguzandin. Li gorî hin raporan, di nava SNAyê de gelek cîhadîst hene ku hin ji wan çekdarên DAIŞê ne. HTŞ bi xwe jî piranî ji cîhadîstên berê yên ji komên wekî Cebhet El-Nûsra, El-Qaîdeya li Iraqê û hin komên niha hebûna wan ji holê rabûne, pêk tê. Wisa xuya dike, problema Enqereyê tune ye ya ji bo xebata bi van koman re, heta ku ji alîyê kurdan ve neyên birêvebirin. Elbet ji vê jî ev encam derdikeve ku armanca sereke ya Enqereyê wekî grûbekê pêşî li kurdan bigire da ku ew nikaribin bigihîjin armancên xwe yên polîtîk.

Bi lêkolînên we yên li ser tevgerên civakî yên li herêmên kurdan re eleqeder, ez dixwazim van pirsan ji we bikim: Çawa rêxistinên sivîl êm kurdan adapteyi dînamîkên herêmî yên diguherin bûne? Hûn dîmeneke çawa dibînin dema li bersivên civakê yên ji bin ve ji bo van guherînan tên dayîn, dinerin?

Bi ya min, hejmara rêxistinên sivîl ên kurd pir in û zehmete ez bi giştî li ser wan şîroveyekê bikim. Qasî ku min dît, piştî gera xwe ya çend meh berê ya li Rojava, ev rêxistin ji bo bersivên ji pêdivîyên rojane û dijwarîyên li hember civakê re, bi rêbazên pratîkî û afirîner tevdigerîyan. Ew li Başûr û li parçeyên din ên Kurdistanê jî pêşdikevin û adapte dibin. Rêxistinên di bingeha xwe de serbixwe ne elbet dikarin biguherin û adapteyî piranîya dijwarîyan bibin. Li alîyê din jî, rêxistinên girêdayî partîyên li ser kar in, piranî li gorî pozîsyonên partîyên xwe tevdigerin.

Dema em ji xebata we ya li ser qonaxa veguhezîna demokratîk a li herêmên kurdan bi rê bikevin, çawa hûn ê qonaxa veguhezînê ya konfederalîzma demokratîk binirxînin? Kîjan faktorên rêxistinbûnê bandorê li proseyên demokratîk ên li Kurdistanê dikin?

Min di nimûneyên derdikevin holê de pir îşaretên pozîtîf dîtin, dema beledîyeyên cuda yên li bakurêrojhilatê Sûrîyeyê polîtîkayên cuda qebûl kirin. Ev polîtîka, delîleke bênîqaş bû ku wekî hêmane demokratîk a konfederalîzmê xizmetê dikirin. Fikra konfederalîzma demokratîk di heman demê de rêyeke ber bi pêş ve pêşkêşî gelek kesên li herêmê dike. Lêbelê ji ber berxwedana dewletên navendî û kesên wê wekî “tiştekî ji bo kurdan” an marîfeteke dawî ya îdeolojîk a PKKê” dibînin, astengî li pêşîya wê ne.

Çiqas zêde vê konfederalîzmê bikaribe hebûna xwe li bakurêrojhilatê Sûrîyeyê an cîyekî din dom bike, wê ewqas zêde şensê wê zêde bibe da ku kesên din zêdetir bi rengekî din û elbet bêtir pozîtîf lê binêrin. Li alîyekî din, problema destûrdayîna cihêrengîya polîtîk û partîyên din a di hilbijartinên di nava sîstemê de reqabetê bikin heye (ku hûn bixwazin, dikarin ji vê re bêjin lîberalîzma polîtîk). Pêşîya vê dikare vebe, eger têkilîyên bi ENKS û Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê (HHK) re pêş bikeve.

Dema em bala xwe bidin muzakereyên di navbera ENKS û rêveberîya Rojava de û nêzîkbûna bi HHK re û tevlî bandora hêzên welatên Rojava ku pêşî li hîn belavbûna dagirkerîya tirk a li Rojava digirin, çawa hûn ê paşeroja Konfederalîzma Demokratîk a binirxînin?

Eger ev her du prose – nêzîkbûna bi ENKSê û HHKê re û teahuda welatên Rojava ya ji bo parastina Rojava bidome, dibe ku paşeroj pir xweş bibe. Mixabin em di vir de “eger”eke pir mezin bi kar tînin. Em vê nizanin, çawa ku em nizanin wê rejîmeke bi çî rengî li Şamê derkeve holê. Eger welatên Rojava ji bo kurd û hemû civaka bakurêrojhilatê Sûrîyeyê li Şamê roleke giring daxwaz bikin, wê li Şamê rejîmeke baştir pêk were. Heta niha ev yek têra xwe pêk nehatîye.

Yek ji tiştên herî pozîtîf ku welatên Rojava kiribana, kêmkirina ambargoyên li ser Sûrîyeyê bi gavên şênber ên hikumeta nû ya tevlîkirina Rêveberîya Xweser a Bakurûrojhilatê Sûrîyeyê û komên din ên wekî durzî û alewî yên li herêmên xwe, -bi şertên ku hemû alî bikaribin qebûl bikin- di nava sîstema rêveberîya nû de, têkildar kiribana.

A rast, hêzên Rojavayî divê di berdêla venasîn û ambargoyan de, garantîyên ji bo parvekirina erkê û hin tedbîrên ji bo desentralîzasyonê daxwaz kiribana. Ev ê bûbana gaveke di rêya dirêj a ji bo pêşîgirtina pêkhatina rejîmeke din a navendîparêz û otorîter a li Sûrîyeyê. Elbet wê Tirkîye li dijî vê derkeve lê desteka ji Erebistana Siûdî û Îmaratên Ereb ên Yekgîrtî dikare bê misogerkirin.

Dema em li alîyekî bala xwe bidin nakokîyên îdeolojîk û rojevên polîtîk ên cuda ya PKK û PYDê ya bi PDKê re, çiqase şensê yekitîya kurd a piştî civîna Barzanî-Ebdî?

Ev girêdayê vê ye ku em bi “yekitîyê” qesta çi dikin. Eger qesta me ev be, wê partîyên cuda mixalefeta li hemberê hev piranî deynin alîyekê û di nava aştîyê de hebûna xwe dom bikin, wê demê ez ê bêjim ev yekitî pêkan e, tevî ku ne hêsan be jî. Ji vê wêdetir, ez paşeroja yekitîyeke hîn zêdetir nabînim.

Şêweya rêveberinê, rewşa polîtîk, bingeha civakî û pergala aborî ya PYDê (û PKK) û PDKê ji hev pir cuda ne. Herdu alî heta niha xwestine îtîbar û rewabûna ya din lawaz bikin. Loma jî jiholêrakirina van cudahîyan dijwar e. Ew di heman demê de hem li Başûr hem jî li Rojava di nava pêşbirkê de ne. Eger ew li ser peymaneke ku wan wekî tekane serdestê li herêma xwe nas bike li hev bikin, di qada îdeolojîyê de li ser nelihevkirina xwe li hev bikin û destûrê nedin ew li hemberê hev bibin alavên hêzên herêmî, wê demê ew ê bikaribin di nava aştîyê de baştir bi hev re bijîn.

Ji bo lihevkirineke wiha pêdivî bi daxwazeke xurt a lîderan heye. Mesûd Barzanî û Mezlûm Ebdî her du jî bi vîzyonên xwe lîderên xurt in. Civîna wan dikare bibe gava yekemîn.

Dewleta tirk bi civînên DEM Partî-Ocalan ku xwedîgiravê ji bo aştîya Tirkîyeyê tên lidarxistin, di nava gelê kurd de hêvî û fikaran bi hev re belav dike. Raya giştî ya kurd li ser dubendîya ku gelo ew şansekê bide hewldana dawî an bi armanca bikaranîna firsendên di jeopolîtîka Rojhilata Navîn de derketine holê ji bo statuyeke muhtemel li Rojavayê Kurdistanê pêk bîne bi kar bîne, her ku diçe zêdetir ji hev vediqete. Hûn di derbarê vê polarîzasyona potansîyel a di civaka kurd e dixwazin çi bêjin?

Ev pirseke ne hêsane. Gelek kes lîderê berê yê HDPê Selahatîn Demirtaş ji bo redkirina xebata bi Erdogan re û mixalefeta wî ya li hemberê wî wekî serokê Tirkîyeyê, rexne dike. Selahatîn bê guman ji bo pozîsyona xwe ya xwedî prensîb ku gelek kes jî heman tiştî kirin, berdêleke giran da. Gelek tişt dibe ku girêdayî dilsozîya çîna polîtîk a Tirkîyeyê ya ji bo aştîyê bû. Elbet, kurd divê tu carî pêşnîyazên ji bo aştîyê red nekin lê dive ev, teklîfên jidil bin ku ewil li ser mijara mercên li Tirkîyeyê bûn sebeba şerê navxweyî bisekinin.

Berîya her tiştî, welatîyên kurd ên Tirkîyeyê dive bi giştî civaka tirk qanih bikin ku ew dixwazin hem li Tirkîyeyê serbilind bin û hem jî di nava aştîyê de bijîn û her du alî jî wê feydeya wan ji hev re hebe. Mafên ziman û çandî yên li Sûrîyeyê û herwiha parvekirina erkê û desentralîzasyon divê Tirkîyeyê tehdît neke lê mixabin di vê meseleyê de qanihkirina tirkan pir zehmete. Eger PKK dawî li têkoşîna xwe ya çekdarî bîne, dibe ku vî karî ji bo kurd û kesên din ên li Sûrîyeyê hêsantir bibe.

Tê ragihandin, Ocalan wê ji PKKê daxwaz bike dawî li têkoşîna çekdarî bîne. Bêguman ev yek wê ji alîyê dewleta tirk ve wekî serkeftineke mezin bê bikaranîn. Eger ev pêk were, bi taybetî wê bandora wê li ser paşeroja tevgera kurd a li bakurê Kurdistanê û Rojava çawa be?

Ew ê pir enteresan be eger PKK dawî li têkoşîna xwe ya çekdarî ya bi dewleta tirk re bîne û Rêveberîya Xweser a Bakurêrojhilatê Sûrîyeyê hêza xwe ya li Sûrîyeyê bidomîne an jî qet nebe li benda çareserîyeke pêwîst a Şamê be. Berîya her tişti, ev her du ne heman tişt in û pêdivîya gelê Sûrîyeyê bi garantîyên hikumeta nû ya li Şamê heye. Ev, mijarên cuda ne, tevî ku dînamîkên giring ew bi hev ve girê dide. Wekî vê, wê gelekî balkêş be ku gefa ku hin kesên li Enqereyê wekî sebeba redkirina mafên çandî û polîtîk ên gelek welatîyên Tirkîyeyê dibînin, ji holê bê rakirin. Ev ê ji hin alîyan ve, zexta li ser Enqereyê ya ji bo dayîna mafên wiha wê zêde bibe. Di hin mijaran de, bo nimûne dema DAIŞê herkesê li herêmê tehdît dike, ji bilî xwebirêxistinkirin û şerê wê kirinê pê ve wê tu rêyeke din tune be. Di rewşên din de, xwerêxistinkirin û bi rêbazên aştîyane ya têkoşîna ji bo mafan wê zêdetir kêrhatî be.

——————————————–

Kî ye David Romano?

Dr. David Romano Profesorê Thomas G. Strong ê Polîtîkayên Rojhilata Navîn ê Zanîngeha Eyaleta Missouriyê ye. Zanyar li ser kurdan û Rojhilata Navîn çend gotaran weşandîye ku di nava wan de du pirtûkan hene. Xebata Romano a lêkolînê li ser netewperestî, tevgerên civakî, teorîyên aştî û alozîyê, şîdeta polîtîk, îslama polîtîk, Rojhilata Navîn û polîtîkayên herêma Derya Spî ye. Bi taybetî jî fokûsa lêkolînên wî li ser Tirkîye, Iraqê, kurd û kêmarên din ên Rojhilata Navîn in. Dr. Romano ji 2010an û vir ve di quncika xwe ya di malpera Rudawê de gotaran dinîvîse. Pirtûka herî naskirî ya Romano ev e: The Kurdish Nationalist Movement: Opportunity, Mobilization and Identity (Cambridge Middle East Studies

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Jin û wêjeya kurdî mijara panelekê bûn

Beledîyeya Peyasê bi dirûşmaya “di wêjeya kurdî de tekoşîna jinan” li Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan panelek …