Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî di civîna duh de banga “navbereke ji bo pêdiviyên însanî” kir. Îsraîl got, “heta Hamas hemû dîlên di destên xwe de berdenede navbera însanî ne mimkên e.” Neteweyên Yekbûyî dawiya dawî di aloziya li Xezayê biryarekê girt. Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî di civîna duh …
Bêtir »Kurd û Amerîka û Îsraîl
Divê kurd siyasetê bi hiş û aqilê xwe bikin ne bi hîs û ramanên xwe yên teolojîk û îdeolojîk. Siyaseta teolojîk û îdeolojîk bi kurdan dide windakirin. Ji bo azadiya Kurdistanê welatên kapîtalîst an jî sosyalîst kî piştgiriyê bide kurdan ev hêja ye. Kurdên polîtîk bi piranî xwe çepgir dihesibînin …
Bêtir »Windahiyên Filistînê ji 10,000’î derbas kir
Ji ber bombebarana bênavber a Îsraîlê heta niha 45 ji % hemû xaniyên Xezayê hilweşiyan. Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand, hejmara kesên hatine kuştin gihîştiye 10,569’an. Raportorê NY’ê Rajagopal kiryarên Îsraîl û Hamasê her du bi hev re wekî “sûcên şer” pênase kir. Şerê Îsraîl-Hamasê yê li nava Xezayê her …
Bêtir »Ewrûpa ji bo Xezayê banga agirbestê kir
Yekitiya Ewrûpayê di meseleya Xezayê de ji bo “pêdiviyên însanî” banga agirbestê kir. Biryara dawî ya 27 welatên Yekitiya Ewrûpayê di civîna du rojan a li Brukselê hat girtin. Yekitiya Ewrûpayê di şerê Îsraîl-Hamasê de helwesta xwe diyar kir. Lîderên Ewrûpî ji bo “pêdiviyên însanî” banga agirbestê kirin. Biryara dawî …
Bêtir »7,000 Filistînî hatin kuştin
Ji duh êvarê ve, Îsraîl êrişkariya xwe ya li dijî Xezayê derxist asteke bilindir. Tank û topên Îsraîlê Şerîda Xezayê bi giranî bombebaran kirin. Herwiha, artêşa Îsraîlê di nava Xezayê de operasyonek bisînor lidarxistin. Îsraîl digel daxwazên ji bo aştiyekê, êrişên xwe yên li dijî Xezayê girantir dike. Ji duh …
Bêtir »France 24: Başûrê Global cotstandardiyê rexne dike
Tevna televîzyonên nûçeyên cîhanê ya Fransayê di meseleya Xezayê de balê kişand ser cotstandardiya welatên Rojava. “Dema serokê heştê salî yê Amerîkayê li balafirgeha Ben Gurion ji balafira Air Force One daket û xwe avêt hembêza Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, Amerîkaya ku zemanekî wekî “navbeynkarê” Rojhilata Navîn dihat qebûlkirin vê …
Bêtir »Amerîka careke din pişta Îsraîlê girt
Biden di nava germahiya şerê dawî de çû serdana rêvebiriya Netanyahu. Ev serdan piştî bombekirina nexweşxaneyekê ku bû sebeba kuştina herî kêm 500 Filistiniyan, pêk hat. Serokê Amerîkayê Joe Biden desteka xwe ya ji bo Îsraîlê kûrtir dike. Biden di nava germahiya şerê dawî de tevlî serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz …
Bêtir »Îsraîl amadekariya şerekî mezin dike
Hamasê vê carê bi roketan êrişî Balafirgeha Ben Gurion a li Tel-Avivê kir. Îsraîlê ragihand, li hemû deveran êrişa Hamasê hatine sekinandin û ciyên ketine bin kontrolê rêxistinê hatine rizgarkirin. Di sê rojên şer de nêzîkî 1400 kes hatin kuştin û bi hezaran kes birîndar bûn Şerê Hamas û Îsraîlê …
Bêtir »Şerê Îsraîl-Hamasê dest pê kir
Hamas li dijî Îsraîlê “Tofana El Aqsa” ragihand. Tugayên El Qessam ku girêdayî Tevgera Hamasê ne ji erd, derya û ezman ve êrişî Îsraîlê kirin. 5 hezar fuze ji aliyê Xezayê ber bi herêmên Îsraîlê ve hatin avêtin. Tevgera Hamasê li dijî Îsraîlê “Tofana El Qqsa” ragihand Vê sibê, Tugayên …
Bêtir »Netewperweriya kurdan lawaz e
Carna dema li me dinêrim, dibêjim aqlê me hê kamil nebûye, qey loma em ji teqlîdkirinê wêdetir naçin û bi ser de em vê wek marîfetek mezin jî dibînin. Aqlê kamil ji teqlîdê direve, êdî ew bi xwe diafirîne, neafirîne jî tiştekî ji xwe lê zêde dike, rengê xwe dide …
Bêtir »Netanyahu nêzîkî serokwezîriya Îsraîlê ye
Li Îsraîlê heta niha 93.6 % dengên welatiyan hatin jimartin. Bloqa di bin rêvebiriya Benjamin Netanyahu de dibe xwediyê 65 kursiyên parlemenê. Ev jî careke din derî li serokwezîriya Netanyahu vedike. Encamên hilbijartinên parlemenê yên Îsraîlê gav bi gav zelal dibin. Heta niha 93.6 % dengên welatiyan hatin jimartin. Li …
Bêtir »Îsraîl dîsa çû ser sindoqan
Kîjan partî an partiyên hevkariya hev bikin bikaribin 61 kursiyan bi dest bixin, wê bikaribin hukumetê ava bikin. Netanyahuyê demeke dirêj li ser kar mabû û ji ber tawanbariyên gendeliyê ji kar dûr ketibû careke din dixwaze were ser kar. Îsraîl careke din hewl dide krîza xwe ya siyasî bi …
Bêtir »Îsraîl û Libnan peymana sînorên deryayî îmze kirin
Peymana sînorên deryayî, rasterast bi saya dîplomasiya Amerîka ya Îsraîl û Libnanê re pêk hat. Her du welat di çarçoveya peymanê de deverek bi qasî 860 km² li hev parve dikin. Îsraîla heta niha li Rojhilata Navîn di bin dorpêçeke dîplomatk de bû, yek bi yek bi welatên ereb re …
Bêtir »Îsraîl û Libnan ji bo sînorê deryayî li hev kirin
Libnan û Îsraîl ji bo peymaneke li ser sînorên deryayê li hev kirin. Çav li rê ye êdî Libnan jî wekî Îsraîlê di nava sînorên xwe yên deryayî de ji bo gazê sondajan bike. Berpirsê muzakereyên Libnanê ya bi Îsraîlê Elias Bou Saab, derbarê peymana deryayî de daxuyanî da çapemeniyê. …
Bêtir »Japonya û Îsraîl peymana leşkerî îmze kirin
Japonya û Îsraîl peymana hevkariya leşkerî îmze kirin Her du welat bi vê gavê ciyê xwe yê di nava projeya Pasîfîkê ya Amerîkayê xurtir dikin Wezîrê Parastinê yê Japonyayê Yasukazu Hamada û hevkarê wî yê Îsraîlê Benny Gantz, li Tokyoyê hatin cem hev. Herdu wezîran daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê û …
Bêtir »Tirkiye dawiya dawî neçarê Îsraîlê bû
Li pêyî ragêşiya bi salan, rayedarên Tirkiye û Îsraîlê dîsa têkiliyên normal bi hev re datînin. Di daxuyaniyên her du aliyan de hate diyarkirin, Tirkiye û Îsraîl wê têkîliyên xwe yên dîplomatîk ji nû ve saz bikin. Û bi re jî wê sefîrên li Enqere û Tel Avîvê dest bi …
Bêtir »Îsraîl bi Marokê re peymanekê îmze kir
Îsraîl û Marok piştî avakirina têkiliyên dîplomatîk gaveke din jî avêtin Her du welat peymaneke di warê sîstema edaletê de îmze kirin Ji bo peymanê, wezîrê edaletê yê Îsraîlê Gîdeon Saar çû Marokê. Belgeya hevkariya di warê hiqûqê de, ji aliyê Saar û hemkarê wî yê Marokî Abdelatîf Wehbî ve …
Bêtir »Durzî netew-dewletê qebûl nakin
Piraniya netew-dewletên li Rojhilata Navîn di krîzê de ne. Li aliyekî din jî dewleteke din bi awayekî fermî dixwaze bibe netew-dewletekê. Îsraîl bi qanûneke nû kurtedemek berê diyar kiribû ku ew dewleta cihûyan e. Ev gav di serî de ereban, durziyên li welat aciz dike. Durziyên bi fikar vê hefteye …
Bêtir »Îbranî bû tekane zimanê fermî yê Îsrailê
Parlamentoya Îsraîlê (Knesset) bi qanûnekê welat wekî netew-dewleta gelê cihû îlan kir. Bi heman qanûnê zimanê îbranî bû tekane zimanê fermî yê welat. Di çarçoveya qanûnê de erebî bû xwedî “statuyeke taybet”. Di saziyên fermî yên Îsraîlê de wê erebî bikaribe bê bikaranîn. Endamên Fîlîstînî yê Knessetê qanûnê şermezar dikin …
Bêtir »Şaredariya Qudsê di xizmetên xwe de cudaxwaziyê dike
Şaredariya Qudsê daxwaza welatiyên ereb ên li aliyên din ên Dîwarê Veqetandinê ya Îsraîlê rûdinên red kir. Welatiyên filîstînî yên li Taxa Al-Salam a li bakurê bajêr ku li paş dîwar dimîne, bi belavbûna hejmareke zêde ya mişkan re rû bi rû mane. Welatiyekî filîstînê yê taxa …
Bêtir »Piştgirî û cot standardî: Çima Filîstîn lê ne Kurdistan?
Meseleya Filîstînê li seranserê cîhanê baş tê zanîn û gelek mirov piştgiriyê didin gelê Filîstînê. Filîstînî gelekî bê dewlet e ku nêzîkî 70 salan e ji bo dewletekê têkoşînê dike. Vê destekê piranî bi riya prensîba mafê diyarkirina qederê pêk tê. Dema mirov vê pişgiriyê bi kampanyaya serxwebûna …
Bêtir »