Şerê Îsraîl-Hamasê dest pê kir

Hamas li dijî Îsraîlê “Tofana El Aqsa” ragihand.

Tugayên El Qessam ku girêdayî Tevgera Hamasê ne ji erd, derya û ezman ve êrişî Îsraîlê kirin.

5 hezar fuze ji aliyê Xezayê ber bi herêmên Îsraîlê ve hatin avêtin.

Tevgera Hamasê li dijî Îsraîlê “Tofana El Qqsa” ragihand

Vê sibê, Tugayên El Qessam ku girêdayî Tevgera Hamasê ne ji erd, derya û ezman ve êrişî Îraîlê kirin.

Di qonaxa pêşî ya êrişê de herî kêm 5 hezar fuze ji aliyê Xezayê ber bi herêmên Îsraîlê ve hatin avêtin.

Ji bilî hejmara ne diyar a kuştiyan, gelek leşker û sivîlên Îsraîlê dîl hatin girtin.

Rêveberiya Tel Avîvê ku ji ber vê êrişê kete nava şokê, eşkere kir ku ew fermî ketine nava şereke mezin û îdîa kir ku ew ê biserkevin.

Weke bersiv jî bi dehan balafirên şer bajarê Xezayê dan ber bombeyan.

Di vê navberê de hêzên Rojavayî piştgiriya xwe a ji bo Îsraîlê ragihandin.

Di kêliyên destpêkê yên roja 7’ê Comtmehê de, bi hezaran fuze ji aliyê Xezayê ber bi herêmên di bin kontrola Îsraîlê de hatin avêtin.

Piştî vê êrişa mezin bi demeke kurt, baskê leşkerî yê tevgera Hamasê, Tugayên El Qessam ragihand ku wan operasyona binavê “Tofana El Eqsa” destpêkiriye.

Fermandarê Tugayên Îzzedîn El Qessam, Muhamed El Dayîf îdîa kir ku armanc ji operasyona wan bidawîanîna li binpêkirinên Îsraîlê ye.

Edayîf eşkere kir ki wan di qonaxa pêşî ya operasyonê de 5 hezar roket û hawan avêtin herêmên Îsraîlê.

Her çendî heta niha hejmara kesên kuştî nehatibe zanîn jî lê dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê ragihandin ku ji ber êrişan bêtirî 40 kuştî û 750 birîndar hene.

Heman çapemeniyê îdîa kir ku 21 êrişkarên Hamasê jî hatine bêbandor kirin

Weki din li gorî dîmenên ku ji aliyê derdorên Hamasê ve hatin parvekirin, diyar e ku hejmara mezin ji leşker û welatiyên Îsraîlê jî dîl hatine girtin.

Rojnameyên Îsraîlê ragihandin ku hejmara kesên dîl hatine girtin 53 e.

Wekî din eşkere bû ku ji tirsa zêdebûna êrişên Hamasê bi sedan Îsraîlî jî ji wargehên xwe reviyan e.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jî ragihand ku Xezzayê ji ber êrişên Îsraîlê 161 kes hatine kuştin û 931 jî birîndar bûne.

Dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê ragihandin ku ji ber êrişan bêtirî 40 kuştî û 750 birîndar hene.

Îsraîl: Hêzên Hamas ji çend aliyan ketin nava xaka me

Hêzên Parastina Îsraîlê jî bi daxuyaniyekê mezinbûna êrişên vê sibê piştrast kir û got;

Ji aliyê Xezzayê ve êrişeke dijwar a bi rokêtan li dijî me pêk hat

Çekdarên Hamasê jî ji deverên cûda ketin nava xaka Îsraîlê.

Wezîrê Parastinê Yoav Gallant jî bi ragihanda “rewşa ewlekariyê ya taybet” ev peyam da:

Bi êrişa îro re, Hamas şaşîtiyeke mezin kiriye. Wê artêşa Îsraîlê li her deverê şerê dijminên xwe bike.

Benyamin Netanyahu: Êdî em ketin nava şer

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu jî ragihand ku êdî rewş ji tevgereke leşkerî wêdetir e û ev peyam da:

Hamas li dijî gelê Îsraîlê bi êrişa mirinê rabû. Bersiva me wê tenê ne bi operasyoneke dijber be. Ya bûyî wê ne alozî be. Êdî em weke Îsraîl û gelê wê ketin nava şer.

Min ferman da artêşê ku bi bi hêzeke mezin a taybet ya dijmin ne li bendê ye dest bi êrişan bike.

Îran: Em destekê didin operasyona şervanên Filîstînî

Di vê navberê de li hemberî nerazîbûnên hêzên cîhanî yên li dijî êrişên Hamasê, Îranê bû welatê pêşî ku desteka xwe ji operasyona “Tofana El Eqsayê” re ragihand.

Harîteya Xezayê. /Wikipedia

Şêwermendiya Lîderê Olî Alî Xameneyê bi gotina “em şervanên Filîstînî pîroz dikin” helwesta welatê xwe eşkere kir.

Şêwermendiyê ragihand ku heta azadkirina Filîstîn û Qudûsê ew li dijî Îsraîlê destekê bidin şervanên Filîstînê.

—————–

Nûçe cara ewil di Ronahi.TV’yê de hatiye weşandin. Hevpeyvîn ji aliyê Infowelat ve hatiye guherandin. 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …