Kurd û Amerîka û Îsraîl

Rênas Jiyan

Divê kurd siyasetê bi hiş û aqilê xwe bikin ne bi hîs û ramanên xwe yên teolojîk û îdeolojîk. Siyaseta teolojîk û îdeolojîk bi kurdan dide windakirin.

Ji bo azadiya Kurdistanê welatên kapîtalîst an jî sosyalîst kî piştgiriyê bide kurdan ev hêja ye. Kurdên polîtîk bi piranî xwe çepgir dihesibînin lê ji dewletên sosyalîst kurdan heta niha tu xêr nedîtiye. Helbet ev ne gunehê fikra sosyalîzmê ye, sosyalîzm pergaleke civakparêz e lê dewletên sosyalîst xerab in, bi kêrî azadiya gelên bindest nayên. Di avakirina herêmên Başûr û Rojavayê Kurdistanê de piştgiriya Amerîkayê çêbû, ne ya dewletên sosyalîst ên wek Çîn û Kore û hwd. Amerîka dewleteke kapîtalîst e lê dîsa jî alîkariya wê gihaşt kurdan, ev nikare bê înkarkirin. Helbet wê armanc û berjewendiyeke Amerîka di vê piştgiriyê de hebe, bila hebe; di vir de ya girîng berjewendiya Amerikayê ji bo azadiya kurdan dibe astengî yan na. Na, nabe astengî. Ger berjewendiya Amerîka ji kurdan re bibûya astengî tabloya siyasî ya herêmê bi vî rengî di lehê kurdan de nedifesilî.

Hevalbendiya kurdan û Amerîkayê ji bo herdu aliyan jî baş e. Wê çaxê divê bidome. Dewleta tirk dike nake nikare li herêmê bibe hevalbendê Amerîkayê, welatên ereb gelek jê hevalbendên Amerîka ne, wê çaxê çima ji bo berjewendiyên xwe yên neteweyî kurd nebin hevalbendên Amerîkayê?

Di Amerîkayê de ya ku mirov qîmet bidê ne kapîtalîzm e, federalîzm e. Federalîzma Amerîkayê pergaleke girîng e. Divê mirov guh bide vê tecrûbeya federal. Kurd û Amerîka di federalîzmê de dikarin bigihêjin hev û bibin hevkar. Heke hin kêmasiyên wê bên çareserkirin ji federalîzma Amerîkayê pergaleke baş a polîtîk dikare derkeve holê. Federalîzm dikare bibe hevbeşî û bingeha amerîkiyan û kurdan. Hem kurd û hem jî amerîkî du gelên federal in.

Amerîka ji Sovyeta sosyalîst bêtir bi kêrî kurdan hat. Sovyeta sosyalîst komara kurd Mehabad bi erzanî firot. Di rûyê Sovyetê de ev dewleta kurdan xera bû. Dîsa heman Sovyeta sosyalîst bû ku piştgirî da Mustefa Kemal û bi xêra wê piştgiriyê dewleta tirk ava bû. Dûre wê dewletê, ango dewleta tirk, kurd înkar kir, kurdî qedexe kir û bakurê Kurdistanê kir mêtingeha xwe. Heke kurd dev ji “sofîtiya” sosyalîzmê berdin û bi sîstemên federalîst ên wek Amerîkayê re têkiliya xwe çêkin wê bêtir bi ser bikevin.

Heke berê di navbera kurdan û Amerîkayê de hin pirsgirêk derketibin ev ji ber dijminatiya kurdan a Amerîkayê bû. Kurdan xwe di eniya sosyalîst de bi cî kir û Amerîka kir dijminê xwe. Tu yekî bikî dijminê xwe ew ê jî te bike dijminê xwe. Ev dijminatî bû sedem ku Amerîka bi ser kurdan de were û zerarê bide kurdan. Dijminên kurdan serdestên kurdan in, ne Amerîka û hwd welatên lîberalîst. Dibe ku bazar û têkiliya Amerîkayê bi serdestên kurdan re hebe, divê vêya Amerîkayê nake dijminê kurdan. Heke kurd dostanî û dijminatiya xwe li ser bingehên wiha ava bikin, wê meselê li ber xwe pir belav bikin û nikaribin ji nav derkevin.

Ewropa û Amerîka ne heman tişt in. Kurdan ti xêr ji Ewropaya kapîtalîst nedît lê Amerîkaya federalîst ji bo kurdan baştir e. Jixwe Amerîka bi xwe jî bindestê Ewropa bû. Heke kurd têkiliya xwe bi welatên nû, yên ku berê bindestên Ewropayê bûn, ên wek Kanada, Amerîka, Awûstralyayê re çêkin ev ê siyasteke baştir û rasttir be. Kurd û ev welatana wê bêtir li hev bikin û ji hev fam bikin. Ev welat hê ciwan in, hîn genî nebûne û neriziyane.

Di Amerîkayê de ya ku mirov qîmet bidê ne kapîtalîzm e, federalîzm e. Federalîzma Amerîkayê pergaleke girîng e. Divê mirov guh bide vê tecrûbeya federal.

Di vir de a girîng ew e ku siyaseta kurdan li gorî îdeolojiyan nefesile, li gorî azadiya kurdan bifesile. Azadiya kurdan û Kurdistanê ji îdeolojiyan girîngtir e. Kurd ji bo çand û welatê xwe dixebitin, li ber xwe didin, derin çiyê, dimirin, ne ji bo sosyalîzm û îdeolojiyên din. Di kurdan de gerek têgehên “rizgarî” û “sosyalîzm”ê ji hev bên veçirandin, ji nav hev bên derxistin. Ancax wiha siyaseta kurdan dikare zelal û xurt bibe. Îdeolojî di pêvajoya rizgariya neteweyan de astengî ne, bar in. Kurd ji ber barê giraniya îdeolojiyan nikarin rehet, çalak û baş tevbigerin. Têkoşîna her kurdî, çepgir, sosyalîst, rastgir, dîndar gerek ne ji bo serkeftina îdeolojiya wî be, gerek ji bo azadiya welatê wî be. Gava kurd azad û serbixwe bibin jixwe sosyalîst an jî dîndar her kurd bi ser dikeve. Di kurdan de îdeolojî divê gava talî be, gava pêşî divê azadiya welat be.

Li Rojhilata Navîn têkiliya kurd û cihûyan dikare xurttir be. Îsraîl li herêmê ji bo kurdan welatekî girîng e. Wek çawa kurdan ji sosyalîstan ti xêr û qencî nedîtibe, heta niha ji misilmanan jî ti xêr û qencî nedîtiye. Helbet ev ne sûcê îslamiyetê ye, sûcê misilmanên xerab e. Dewletên serdestên kurdan, Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye jî misilman in lê Kurdistan bûye koloniya wan. Zext û zora ku misilman li kurdan dikin, kafir li misilmanan nakin.

Di vir de a girîng ew e ku siyaseta kurdan li gorî îdeolojiyan nefesile, li gorî azadiya kurdan bifesile. Azadiya kurdan û Kurdistanê ji îdeolojiyan girîngtir e. Kurd ji bo çand û welatê xwe dixebitin, li ber xwe didin, derin çiyê, dimirin, ne ji bo sosyalîzm û îdeolojiyên din. Di kurdan de gerek têgehên “rizgarî” û “sosyalîzm”ê ji hev bên veçirandin, ji nav hev bên derxistin.

Li Rojhilata Navîn du netewe hene ku vana ji ên din cudatir in, tenêtir in: cihû û kurd. Kurd û cihû li Rojhilata navîn li gorî neteweyên din nifûsa wan kêmtir e, ew marjînalên herêmê ne. Ji ber wê, herdu milet mecbûr in têkilî û hevalbendiya wan hebe. Îsraîl û Kurdistan gerek tifaq, hevalbendî û hevkariya navbera wan mezin be. Têkiliya kurd û cihûyan wê herdu neteweyan xurttir û temendirêjtir bike. Heke cihû û kurd li herêmê ne piştgirên hev bin jiyana wan nikare zêde bidome. Divê têkiliya kurd û cihûyan ne bi tenê siyasî be, her wiha di huner, aborî, werzîş û zanistiyê de jî gerek yekîtî û têkiliya wan hebe û xurt be.

Divê kurd siyasetê bi hiş û aqilê xwe bikin ne bi hîs û ramanên xwe yên teolojîk û îdeolojîk. Siyaseta teolojîk û îdeolojîk bi kurdan dide windakirin. Ji bo kurdan a baş siyaseta neteweyî ye, siyaseta neteweyî ya realîst û rasyonalîst. Piştî avakirina welatekî azad, kî ji kîjan teolojî û îdeolojiyê be îcar serbest e. Kurd dikarin sosyalîstên xas û misilmanên xas bin lê divê berê neteweyî bin û welatê xwe rizgar bikin.

————————

Ev gotar ji rojnameya Xwebûnê hatiye wergirtin. 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Sarawak doza xurtkirina otonomîyê dike

Sarawak di 1963an de serxwebûna xwe bi dest xist. Sarawak di 16ê îlona 1963an de …