Parlamentoya Îsraîlê (Knesset) bi qanûnekê welat wekî netew-dewleta gelê cihû îlan kir. Bi heman qanûnê zimanê îbranî bû tekane zimanê fermî yê welat.
Di çarçoveya qanûnê de erebî bû xwedî “statuyeke taybet”. Di saziyên fermî yên Îsraîlê de wê erebî bikaribe bê bikaranîn.
Endamên Fîlîstînî yê Knessetê qanûnê şermezar dikin û difirikirn ku filîstînî wê ji berê bêtir bên marjînalkirin. Serokê partiya Lîsteya Hevpar a Ereb Ayman Odeh da zanîn ku parlamentoyê serdestiya cihûyan qebûl kiriye û bi vê qanûnê ji wan re tê gotin ku ew bi cihûyan re ne wekî hev in.
Ji Navenda Hiqûqê ya Mafên Kêmarên Ereb ên Îsraîlê (ADALAH) hat ragihandin ku qanûn “bi teşwîqkirina polîtîkayên nîjadperest serdestiya etnîk pêk tîne” û bi hin aliyên xwe dişibe rejîma apartheidê ya kevn a li Afrîkaya Başûr.
Hejmara welatiyên filîstînî yên Îsraîlê 1.8 milyone û ev jî dike ji % 20’ê nifûsa welat. Ev koma mezin a fîlîstînî piştî damezrandina Îsraîlê ya di 1948’an de li welatê xwe dijîn.
Heta niha zimanê erebî ligel îbranî zimanê fermî yê Îsraîlê hatibû qebûlkirin û welatiyên erebîaxêv ji vê statuyê sûd werdigirtin. Lêkolîna Civakî ya Îsraîliyan a Hikumetê ya 2011’an nîşan dabû ku di ser temenê 20’an de bikaranîna ziman a li welat wiha ye: Îbranî ji 49, erebî ji 18, rûsî ji 15, yîdîş ji 2, fransî ji % 2, îngilîzî ji % 2, spanyolî ji % 1.6 û zimanên din ji %10.
Înfowelat
Şîroveyek
Pingback: Durzî netew-dewletê qebûl nakin - Înfo Welat