Windahiyên Filistînê ji 10,000’î derbas kir

Ji ber bombebarana bênavber a Îsraîlê heta niha 45 ji % hemû xaniyên Xezayê hilweşiyan.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand, hejmara kesên hatine kuştin gihîştiye 10,569’an.

Raportorê NY’ê Rajagopal kiryarên Îsraîl û Hamasê her du bi hev re wekî “sûcên şer” pênase kir.

Şerê Îsraîl-Hamasê yê li nava Xezayê her ku diçe giran dibe.

Ji ber bombebarana bênavber a Îsraîlê heta niha 45 ji % hemû xaniyên Xezayê hilweşiyan.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand, hejmara kesên hatine kuştin gihîştiye 10,569’an.

4,324 ji vê hejmarê zarok in û 2,823 jî jin in.

Raportorê Neteweyên Yekbûyî (NY) Balakrishnan Rajagopal li ser mijarê daxuyaniyekê da.

Rajagopal kiryarên Îsraîl û Hamasê her du bi hev re wekî “sûcên şer” pênase kir.

Raportor got, “bi rengekî sîstematîk hilweşandina xaniyên sivîlan û binezasiyê” ya li bajarê Xezayê sûcekî eşkere yê şer e.

Şerê li bajarê Xezayê

Îsraîl li ser bangên agirbestê jî daxuyaniyek da û got, heta Hamas rehîneyên di destên xwe de bernede ew ê şer nedin sekinandin.

Di vê navberê de, Îsraîl operasyona xwe ya li nava bajarê Xezayê didomîne.

Artêşa Îsraîlê ragihand, ew di “di nava dilê Xezayê de ye” û wan gelek ji tunelên Hamasê hilweşandine.

Lêbelê Hamas serfiraziya Îsraîlê red kir û ragihand, wê gelek ji wesayitên leşkerî yên Îsraîlê tune kirine.

Îsraîl li ser bangên agirbestê jî daxuyaniyek da û got, heta Hamas rehîneyên di destên xwe de bernede ew ê şer nedin sekinandin.

Hamas di 7’ê Cotmehê de ji nişkave êriş biribû ser Îsraîlê û piraniya wan sivî 1400 kesî kuştibû.

Hamas di heman êrişê de 240 Îsraîliyan jî dîl girtibû.

Infowelat

————————

Foto: Dîmeneke leşkerên Îsraîlê li nava Xezayê /Jêder: Hesabê Twitter a Artêşa Îsraîlê

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …