Îsraîl û Libnan ji bo sînorê deryayî li hev kirin

Libnan û Îsraîl ji bo peymaneke li ser sînorên deryayê li hev kirin.

Çav li rê ye êdî Libnan jî wekî Îsraîlê di nava sînorên xwe yên deryayî de ji bo gazê sondajan bike.

Berpirsê muzakereyên Libnanê ya bi Îsraîlê Elias Bou Saab, derbarê peymana deryayî de daxuyanî da çapemeniyê.

Saab got, peymana sînorên deryayî ya Îsraîlê re wê ji bo aboriya Libnanê derfetên mezin bi xwe re bîne û li welat îstikrarê serdest bike.

Nûnerê libnanî wiha axivî:

“Ji ber kêmasiya têkîliya dîplomatîk a di navbera herdu welatan de, me ji bo çareseriya vê meseleyê gelekî zehmetî kişandin. Lê herdu alî jî ji encamê kêfxweş in. Aliyan sozên garantiyên pêwîst dan hev û peymaneke adilane derxistine holê. Hemû daxwazên Libnanê hatine qebûlkirin.”

Peymana ku ji aliyê serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid ve wekî “serkeftineke dîrokî” hat ragihandin, niha li ber destê serokê Libnanê Mişel Awn e.

Îsraîl di salên dawî de ji rezervên xwe yên di nava sînorê xwe yên deryayî de dest bi hilberîna gazê kiribû.

Sînorên deryayî yên di navbera Libnan û Îsraîlê.Her du alî ji bo devereke biçûk a li Derya Spî li hev nedikirin.

Tê ragihandin, Hîzbulah wê carê ne li hemberê peymana bi Îsraîlê re ye.

Lewma jî niha li Libnanê tu hêzêke siyasî ya girîng nema kul i dijî peymanê reaksiyon nîşan bidin.

Li aliyekî din, piştî vê peymanê niha çav li rê ye Libnan di nava sînorên xwe yên deryayî de ji bo gazê sondajan bike.

Îsraîl di salên dawî de ji rezervên xwe yên di nava sînorê xwe yên deryayî de dest bi hilberîna gazê kiribû.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …