“Erê, Almanya destekê dide Îsraîlê lê…”

“Erdogan hay ji asta zexta xwe ya li ser Berlînê heye: Li Almanyayê hema hema 3 milyon kes Tirkiyeyî ne. Enqere li Almanyayê 1000 mizgeft vekiriye û ji bo hemûyan meleyan peywirdar kirî ye.”

Rojnameya Brîtanî The Guardian di hejmara xwe ya îro de gotarekê li ser polîtîkaya Almanyayê ya ji bo Îsraîlê weşand.

Joerg Lau bi sûcdariya şefê rejîma Tirk Erdogan a ji bo hukumeta Alman dest bi gotarê kir.

Joerg got, Erdogan Hamasê wekî “şervanên azadiyê” pênase kir û Almanyayê ji ber destekê dide Îsraîlê sûcdar kir.

Nivîskar ji bo Erdogan wiha nivîsî:

“Erdogan hay ji asta zexta xwe ya li ser Berlînê heye: Li Almanyayê hema hema 3 milyon kes Tirkiyeyî ne. Enqere li Almanyayê 1000 mizgeft vekiriye û ji bo hemûyan meleyan peywirdar kirî ye. Tirkiye partnereke pir girîng ê desteka NATO’yê ya ji bo Ukraynayê ye ku dronan dide vî welatî û ji bo îxracata zad deriyê Derya Reş vekirî dihêle. Û ya herî girîng, Almanya dixwaze Tirkiye koçberiya kaçax a li Derya Spî kontrol bike da ku krîzeke din a penaberan pêk neyê.”

Rasta radîkal, çep û otokrat 

“Dema rasta radîkal, çep û otokrat (kî jenosîda Ermeniyan a ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye kirin înkar dike) hêza xwe dikin yek, divê mirov bizanibe di vir de tiştekî şaş heye.”

Joerg Lau

Gotarnûsê The Guardianê bi van gotinan li dijî sûcdariya li hember Almanyayê derdikeve:

“Dema rasta radîkal, çep û otokrat (kî jenosîda Ermeniyan a ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye kirin înkar dike) hêza xwe dikin yek, divê mirov bizanibe di vir de tiştekî şaş heye. Werin em zelal bin: Ne pêwîst e siyasetmedarên Almanyayê ji bo nîqaşên li ser şerê Xezayê pozîsyoneke dûrî rastiyên dîrokî tercîh bikin. Ev mît e û ne rast e ku Almanya bi rengekî çavkor alîkariya hukumeta Îsraîlê dike.”

Infowelat

Foto: Mdr.de

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …