Tirkiye dawiya dawî neçarê Îsraîlê bû

Li pêyî ragêşiya bi salan, rayedarên Tirkiye û Îsraîlê dîsa têkiliyên normal bi hev re datînin.

Di daxuyaniyên her du aliyan de hate diyarkirin, Tirkiye û Îsraîl wê têkîliyên xwe yên dîplomatîk ji nû ve saz bikin.

Û bi re jî wê sefîrên li Enqere û Tel Avîvê dest bi kar bikin.

Navbera Tirkiye û Îsraîlê li ser êrîşa Îsraîlê ya li dijî keştiyeke tirk de xera bûbû.

Di êrişa di 31ê gulana 2010’an de 10 çalakgerên piştevaniya Xezayê dikirin hatibûn kuştin.

Tirkiye ji bo bertekê nîşanî êrîşa Îsraîlê bide sefîrê Îsraîlê dersînor kiribû.

Lê belê ji ber krîza aboriyê û tecrîta dîplomatîk Tirkiye nema karîbû helwesta xwe ya li dijî Îsraîlê bidomîne.

Ev jî bû sebeb Tirkiye bi Îsraîlê re ji nû ve dest bi muzakerekeyên normalkirina têkiliyan bike.

Îsraîl çi got?

Piştî daxuyaniya Tirkiyeyê derbarê ji nû ve vekirina sefaretxaneyan de, Îsraîlê jî derbarê meseleyê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid got, pêşdebirina têkîliyan wê girêdana herdu welatan zexmtir bike.

Têkiliyên Tirkiye û Îsraîlê bi êrişa li dijî keştiya tirk Mavî Marmara a di 2010’an de qut bûbû. Di vê êrişê de 10 çalakgerên destekê didan Xezayê hatibûn kuştin. 

Lapîd got, bi vê normalbûna proseyê têkiliyên aborî, bazirganî û çandî xurtir bibin.

Herwiha Lapîd da zanîn, bi vê re jî wê îstikrara herêmê xurttir bibe.

Her çiqasî Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê dibêje wê hertim mafên Filîstîniyan biparêzin jî, serdema nû, xuyaye ku berjewendiya rejîma Erdogan wê têkeve pêşiya mafên Filîstîniyan.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Polîsên Belçîkayê bi ser Stêrk TV û Medya Haberê de girtin

Stêrk TV û Medya Haber TVê bi şev rastî serdagirtinên polîsan hatin. Polîsên Belçîkayê piştî …