France 24: Başûrê Global cotstandardiyê rexne dike

Tevna televîzyonên nûçeyên cîhanê ya Fransayê di meseleya Xezayê de balê kişand ser cotstandardiya welatên Rojava.

“Dema serokê heştê salî yê Amerîkayê li balafirgeha Ben Gurion ji balafira Air Force One daket û xwe avêt hembêza Serokwezîrê Îsraîlê  Benjamin Netanyahu, Amerîkaya ku zemanekî wekî “navbeynkarê” Rojhilata Navîn dihat qebûlkirin vê rola xwe hilweşand.”

France 24 derbarê aloziya dawî ya Xezayê de gotareke balkêş weşand.

Tevna televîzyonên nûçeyên cîhanê ya Fransayê, di gotarê de balê kişand ser cotstandardiya welatên Rojava.

Nivîskara gotarê Leela Jacinto di derbarê serdana Joe biden a Îsraîlê de van gotinan kir:

“Dema serokê heştê salî yê Amerîkayê li balafirgeha Ben Gurion ji balafira Air Force One daket û xwe avêt hembêza Serokwezîrê Îsraîlê  Benjamin Netanyahu, Amerîkaya ku zemanekî wekî “navbeynkarê” Rojhilata Navîn dihat qebûlkirin vê rola xwe hilweşand.”

Jacinto got, piştî êrişa nexweşxaneya Xezayê, Qralê Urdunê Abdulahê II., Serokê Misrê Abdelfetah El-Sisi û serokê Filistînê Mehmûd Ebas hevdîtinên xwe yên bi Joe Biden re betal kirin.

“Rêgêzên hilbijarî yên lîstikê”

Jacinto bersivên Amerîka û Ewrûpayê yên di vê meseleyê de bi “rêgêzên hilbijarî” rexne kir û ji bo vê, xwe spart daxuyaniya hevpar a Amerîka, Fransa, Almanya, Brîtanya û Îtalyayê.

Nivîskar bersivên navneteweyî yên piştî êrişa Hamasê ya 7’ê Cotmehê di bin du kategoriyan de analîz kir.

Bi gotinên Jacinto, yek ji van “bi tevahî şermezarkirina êrişa terorîst a Hamasê derxist pêş” û ya din “nakokiya Îsraîl-Filistînê ji xwe re referans girt.”

Jacinto bersivên Amerîka û Ewrûpayê yên di vê meseleyê de bi “rêgêzên hilbijarî” rexne kir û ji bo vê, xwe spart daxuyaniya hevpar a Amerîka, Fransa, Almanya, Brîtanya û Îtalyayê.

Yek ji nuqteya di vê gotarê de derket pêş, vetoya Amerîkayê ya li dijî biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bû.

Nivîskar diyar kir, dengdana li ser ragihandineke agirbestê ku ji aliyê 12 welatan hat qebûlkirin, bi tenê ji aliyê Amerîkayê hat redkirin.

Reaksiyonên navneteweyî yên piştî êrişa Hamasê. Rengê şîn: Welatên destekê dan Îsraîlê. Rengê sor: Welatên destekê dan Hamasê. /Harîte: France 24

Tevlîheviya pozîsyona Ewrûpayê

“Piştî êrişa 7’ê Cotmehê ya Hamasê, cara ewil Fransa roja Çarşemê li Konseya Ewlekariyê ji hevparên xwe yên Rojava veqetiya. Fransa dengê xwe da pêşniyazbiryara Brazîlê.”

Di gotarê de, bidawîbûna yekitiya welatên Rojava ya di aloziya daîw de bi van gotinan cî girt:

“Piştî êrişa 7’ê Cotmehê ya Hamasê, cara ewil Fransa roja Çarşemê li Konseya Ewlekariyê ji hevparên xwe yên Rojava veqetiya. Fransa dengê xwe da pêşniyazbiryara Brazîlê.”

Pozîsyona Ewrûpayê û bandora wê ya global jî bi van gotinan hat îfadekirin:

“Pirs ev e, gelo heta kengî wê Bruksel destûrê bide Îsraîl binesaziya Xezayê ya ji aliyê Yekitiya Ewrûpayê ve hatiye fînansekirin bê hilweşandin. Bloka 27 endaman demeke dirêje li ser vê meseleyê li hev nakin lê heta niha mijar li paş deriyên girtî dihate rojevê. Ku YE biryarê bide nîqaşê li ber raya giştî û sehneya polîtîkayê bike, ew ê destekeke xurt ji Başûrê Global bigire.”

Fotoyê sereke: Postereke tevgera aştiyê ya ji alên Îsraîl û Filistînê pêk tê. /Wikipedia 

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …