Îsraîl amadekariya şerekî mezin dike

Hamasê vê carê bi roketan êrişî Balafirgeha Ben Gurion a li Tel-Avivê kir.

Îsraîlê ragihand, li hemû deveran êrişa Hamasê hatine sekinandin û ciyên ketine bin kontrolê rêxistinê hatine rizgarkirin.

Di sê rojên şer de nêzîkî 1400 kes hatin kuştin û bi hezaran kes birîndar bûn

Şerê Hamas û Îsraîlê di roja sêyemîn de berdewam dike.

Hamasê vê carê bi roketan êrişî Balafirgeha Ben Gurion a li Tel-Avivê kir.

Ev jî bû sebeb, gelek seferên balafiran ên navneteweyî bên betalkirin.

Li aliyekî din, Îsraîlê ragihand, li hemû deveran êrişa Hamasê hatine sekinandin û ciyên ketine bin kontrolê rêxistinê hatine rizgarkirin.

Di 3 rojên şer de bîlançoya kuştî û birîndaran jî gelek giran bû.

Ji ber aloziya dawî, piraniya wan sivîl nêzîkî 1400 kes hatin kuştin û bi hezaran kes birîndar bûn.

800 ji kesên hatine kuştin ji Îsraîlê ne û gelek ji wan sivîlên ku tevlî şahiya nêzîkî sînor bûbûn.

560 Filistîniyên li Xezayê jî bi bomberana giran a Îsraîlê hatin kuştin.

Herwiha, 130 leşker û sivîlên Îsraîlê ji aliyê Hamasê ve dîl hatine girtin.

Şerîda Xezayê erdeke biçuk ê Filistinîyan de ku berûberê Deryaya Spî dirêj dibe. Nifûsa herêmê 2.3 milyon e û herêm di bin kontrola Hamasê de ye. /Harîte: Wikipedia

Hamasê roja Şemiyê “Operasyona Lehiya El-Aksayê” ji Xezayê êrişî çend nuqteyên Îsraîlê kiribû.

Rêxistina radîkal a Îslamî, tevlî êrişa bejahî bi hezaran roketan li ser bajarê Îsraîlê barandibû.

Netanyahu daxuyanî da

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu piştî civîna bi hukumeta xwe re daxuyaniyekê da.

Lîderê rastgir ê Îsraîlê got, ew ê Îsraîlê bi operasyona xwe ya leşkerî li herêmê guherînên bingehîn pêk bîne.

Netanyahu tevî gotinên xwe yên tund diyar kir, “bersiva li dijî Hamasê wê demeke dirêj dom bike.”

Ev jî bû sebeba şîroveyên ku wê şerê Îsraîl-Hamasê ji şerên berê berfirehtir û kûrtir be.

Gelek kes jî di wê baweriyê de şerê dawî bi kêrî serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu tê.

Netanyahu demeke dirêje ji ber gendeliyê hatibû ragihandin û lewma jî li hemû aliyê welêt mixalefeta li dijî derketibû asta herî bilind.

Dorpêça Xezayê 

Gallant got, Îsraîl ligel birîna elektrîk û gazê wê ambargoya xurekan jî têxe meriyetê.

Wezîrê Îsraîlê bi gotinên “em bi însanê wekî heywan re şer dikin” sînyalên êrişeke bêeman a li dijî Xezayê da.

Yoav Gallant. Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê sînyalên şerekî bêeman a li dijî Hamas û Xezayê da. /Foto: Wikipedia

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant îro bi daxuyaniyekê dorpêça Xezayê ragihand.

Gallant got, Îsraîl ligel birîna elektrîk û gazê wê ambargoya xurekan jî têxe meriyetê.

Wezîrê Îsraîlê bi gotinên “em bi însanê wekî heywan re şer dikin” sînyalên êrişeke bêeman a li dijî Xezayê da.

Ev jî nîşan dide, jiyana 2.3 milyon sivîlên li herêmê bi xetereyeke dijwar re rû bi rû ye.

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …