Amerîka careke din pişta Îsraîlê girt

Biden di nava germahiya şerê dawî de çû serdana rêvebiriya Netanyahu.

Ev serdan piştî bombekirina nexweşxaneyekê ku bû sebeba kuştina herî kêm 500 Filistiniyan, pêk hat.

Serokê Amerîkayê Joe Biden desteka xwe ya ji bo Îsraîlê kûrtir dike.

Biden di nava germahiya şerê dawî de tevlî serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz çû serdana rêvebiriya Netanyahu.

Ev serdan piştî bombekirina nexweşxaneyekê ku bû sebeba kuştina herî kêm 500 Filistiniyan, pêk hat.

Lîderê Amerîkî di serdana xwe de li Tel-Avivê bi serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu re hevdîtinekê pêk anî.

Biden di hevdîtina ku ji televîzyonê zindî hat weşandin, digel bombebarana dawî jî destekê da Îsraîlê.

Joe Biden “xemginiya kûr a ji ber teqîna li Xezayê” îfade kir lê paşê van gotinên nîqaşbar kir:

“Li gorî tiştên ku min dîtin wisa xuya dike teqîn ne ji aliyê we lê ji aliyê din hatiye kirin.”

Ev jî tê wateya desteka bê şert û merc a ji bo sûcên şer ên rêvebiriya Netanyahu.

Îsraîl îdîa kiribû teqîna li nexweşxaneya Xezayê ji ber roketeke Cîhada Îslamî pêk hatiye.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji destpêka şerê Hamas-Îsraîlê û ve vir li cem Îsraîlê ciyê xwe girtibû.

Amerîka ji bilî daxuyaniyan, du keştiyên balafirhilgir şandibû nêzîkî peravên îsraîlê.

Ewrûpa helwest nîşan dabû

Berevajiya rêvebiriya Joe Biden, Yekitiya Ewrûpayê di meseleya sûcên şer ên Îsraîlê de xwe dûrî Amerîkayê dike.

Berevajiya rêvebiriya Joe Biden, Yekitiya Ewrûpayê di meseleya sûcên şer ên Îsraîlê de xwe dûrî Amerîkayê dike.

Piştî bombekirina nexweşxaneyê, şefê dîplomasiya Ewrûpî Josep Borrell diyar kiribû, “divê şer li gorî rêgezên navneteweyî” bê meşandin.

Serokê Komîsyona Ewrûpayê Ursula von der Leyen bi tweetekê banga cezakirina berpirsên vê êrişê kiribû.

Li aliyekî din, serokê Parlamentoya Ewrûpayê Roberta Metsola jî ligel şermezarkirinê banga lêpirsîna bûyera dawî kiribû.

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …