Îsraîl dîsa çû ser sindoqan

Kîjan partî an partiyên hevkariya hev bikin bikaribin 61 kursiyan bi dest bixin, wê bikaribin hukumetê ava bikin.

Netanyahuyê demeke dirêj li ser kar mabû û ji ber tawanbariyên gendeliyê ji kar dûr ketibû careke din dixwaze were ser kar.

Îsraîl careke din hewl dide krîza xwe ya siyasî bi hilbijartineke giştî bi dawî bike.

Bi vê dengdana dawî, ji sala 2019’an ev dibe cara pêncemîn li welêt hilbijartin tê lidaxistin.

Armanc ev e, vê carê hukumeteke bi îstikrar ku bikaribe demeke dirêj li ser kar bimîne bê avakirin.

Di hilbijartinê de wê 120 wekîlên ji bo parlemena Îsraîlê bên hilbijartin.

Kîjan partî an partiyên hevkariya hev bikin bikaribin 61 kursiyan bi dest bixin, wê bikaribin hukumetê ava bikin.

Lêbelê siyaseta Îsraîlê di nava gelek partiyên biçûk û mezin de parçe bûye û ev demeke dirêje hercar hukumetên koalîsyonê tên ser kar.

Cara dawî hevparê koalîsyonê Yair Lapid piştî îstifaya Naftali Bennett  di 1ê tîrmehê de hatibû ser kar.

Heta hukumeteke nû bê damezrandin wê Lapid serokwezîrtiya xwe bidomîne.

Lapid di kampanyaya hilbijartinê de bi dîskursa xwe ya maqûl dixwaze xwe wekî navenda aramiyê nîşan bide.

Tê ragihandin Lapid ji bo bê hilbijartin pêdiviyê herî zêde bi dengên hilbijirên ereban dibîne.

Lêbelê li hember wî serokwezîrê berê Benyamîn Netanyahû careke din derdikeve pêş.

Netanyahuyê demeke dirêj li ser kar mabû û ji ber tawanbariyên gendeliyê ji kar dûr ketibû careke din dixwaze were ser kar.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …