NY banga “navbera humanîter” kir

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî di civîna duh de banga “navbereke ji bo pêdiviyên însanî” kir.

Îsraîl got, “heta Hamas hemû dîlên di destên xwe de berdenede navbera însanî ne mimkên e.”

Neteweyên Yekbûyî dawiya dawî di aloziya li Xezayê biryarekê girt.

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî di civîna duh de banga “navbereke ji bo pêdiviyên însanî (humanîter)” kir.

Ji ber îhtiraza Amerîkayê peyva “agirbestê” di teksta biryarê de cî negirt.

Bi vê biryarê, ev dibe cara pêncemîn Konseya Ewrlekariyê hewl dide ji bo bangekê li hev bike.

Ji ber mixalefeta Amerîkayê ji civînên berê tu biryar derneket.

Di biryara dawî de gotinên derbarê êrişa Hamasê û êrişên tolhildanê yên Îsraîlê derbas nabin.

Belgeya hevpar, ji hemû aliyan dawxaz dike “peywirên xwe yên di bin hiqûqa navneteweyî de pêk bînin.”

Amerîka, Rûsya û Brîtanya ku xwedî hêza vetoyê ne tevlî dengdana biryarê nebûn.

Îsraîl biryarê red kir

Biryara ji aliyê Maltayê ve hatibû amadekirin, bi dengên 12 endamên mayî yên konseyê hat qebûlkirin.

Piştî biryarê, hemû awir zivîrîn ser Îsraîlê ku niha neşxweşxaneya Şîfa ya li Xezayê dorpêç kiriye,

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îsraîlê Lior Haiat bi daxuyaniyekê  reaksiyon nîşanî biryarê da.

Di daxuyaniyê de hat  gotin, “heta Hamas hemû dîlên di destên xwe de berdenede navbera însanî ne mimkên e.”

Infowelat

Foto: Ala Neteweyên Yekbûyî /Wikipedia

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …