Netanyahu nêzîkî serokwezîriya Îsraîlê ye

Li Îsraîlê heta niha 93.6 % dengên welatiyan hatin jimartin.

Bloqa di bin rêvebiriya Benjamin Netanyahu de dibe xwediyê 65 kursiyên parlemenê.

Ev jî careke din derî li serokwezîriya Netanyahu vedike.

Encamên hilbijartinên parlemenê yên Îsraîlê gav bi gav zelal dibin.

Heta niha 93.6 % dengên welatiyan hatin jimartin.

Li gorî vê encamê bloqa di bin rêvebiriya Benjamin Netanyahu de dibe xwediyê 65 kursiyên parlemenê.

Ev jî wê derfetê bide Netanyahu careke din bibe serokwezîrê Îsraîlê.

Netanyahu ji bo hukumetê damezrîne herî neçarê desteka Partiya Siyonîzm a Oldar e.

Ev partiya di heman demê de ûltra-nasyonalîst e li xwedî retorîkeke li dijî ereban e.

Lewma çav li rê ye koalîsyoneke di navbera partiya Netanyahu Likud û vê partiya oldar-nasyonalîst wê problemên bi filistinyan re girantir bike.

Li aliyekî din, partiya serokwezir Yair Lapid ku wekî hêvî dikir deng negirt, heta niha têkçûnê qebûl nekiriye.

Lapidê ku serokatiya partiya lîberal Yesh Atid dike, ji alîgirên re axivî û got, hîn deng tên jimartin û ew ê li benda encamên dawî bimînin.

Kî ye Netanyahu?

Netanyahu di navbera 1996-1999 û 2009-2021’an de bi qasî 15 salan serokwezîrtiya Îsraîlê kir.

Netanyahu di navbera 1996-1999 û 2009-2021’an de bi qasî 15 salan serokwezîrtiya Îsraîlê kir.

Bi vê encamê Netanyahu bû siyasetmedarê Îsraîlê yê herî zêde serokwezîrtiya welêt kir.

Netanyahu serokê partiya rastgir Likudê (Tevgera Lîberal a Neteweyî) ye k udi 1973’an de ji aliyê Menahem Begin û Ariel Sharon ve hatibû damezrandin.

Benjamin Netanyahu herî zêde bi polîtîkayên xwe yên muhefazakar û helwesta xwe ya dijî mafên filistiniyan tê naskirin.

Netanyahu ji ber tometbariyên gendeliyê hatibû mehkemekirin û ji ber zêdebûna reaksiyonên li hemberê wî neçar mabû di 2021’an de îstifa bike.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …