Îsraîl bi Marokê re peymanekê îmze kir

Îsraîl û Marok piştî avakirina têkiliyên dîplomatîk gaveke din jî avêtin

Her du welat peymaneke di warê sîstema edaletê de îmze kirin

Ji bo peymanê, wezîrê edaletê yê Îsraîlê Gîdeon Saar çû Marokê.

Belgeya hevkariya di warê hiqûqê de, ji aliyê Saar û hemkarê wî yê Marokî Abdelatîf Wehbî ve hate îmzekirin.

Bi vê gava dawî, Îsraîl têkiliyên xwe yên bi Marokê re derxist asteke bilind.

Di 2020’an de Marok û Îsraîl cara yekemîn têkiliyên dîplomatîk saz kiribûn.

Wezîrê Edaletê yê Îsraîlê Gideon Saar û hemkarê wî Abdellatif Wehbî

Paşê her du welat ji bo pêşxistina têkiliyên leşkerî peymanekê îmze kiribûn.

Îsraîl bi alîkariya Amerîkayê ji bo normalkirina têkiliyên xwe yên bi welatên ereb re kampanyayeke dîplomasiyê dabû destpêkirin.

Bi vê hemleya nû, Îsraîl bi Yekitiya Mîrektiya Ereb û Bahreynê re peymanên hevnasîn û aboriyê mor kiribû.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …