Partîya Rumen Radev li Bulgaristanê bi ser ket

Rumen Radevê nêzîkî Rûsyayê di hilbijartina Bulgaristanê de alîgirê Yekitîya Ewrûpayê Boyko Borissov têk bir. 130 kursîyên Parlamentoya Bulgaristanê ketin destên partîya Radev Bulgaristana Pêşketî.

Serokê berê yê Bulgaristanê Rumen Radev di hilbijartina parlamentoyê de bi ser ket.

Koma Bulgaristana Pêşketî ya Radev ji % 44.7ê hemû dengan girt.

Bi vê encamê, partîya Radev bû xwedîyê ji 130 ji 240 kursîyên parlamentoyê.

GERB ku partîya lîderê bulgar Boyko Borissov bû, 13.4ê dengan bi dest xist.

Partîyeke din PP-DB ku xwedî sîyaseta lîberal e, bû xwedîyê ji 13.2yê dengan.

Radev di kampanyaya hilbijartinê de gotibû soza têkoşîna li hemberê gendelîyê dabû.

Radev di axaftina xwe ya piştî serkeftinê de dîyar kir, ew dixwaze dawî li “modela rêvebirinê ya olîgarşîk bîne.”

Radev dikare destûra bingehîn biguherîne?

Serokê berê Rumen Radev bi Rûsyayê re xwedî têkiliyên xurt e û polîtîkayên Yekitîya Ewrûpayê rexne dike.

Radev par destekû dabû protestoyên girseyî yên li hemberê hikumetê hatibûn lidarxistin.

Radev dixwaze destûra bingehîn biguherîne û bernameya xwe ya sîyasî cîbicî bike.

Lêbelê ji bo ev pêk were divê destekê ji duyan sêyê piranîya parlamenteran bigire.

Loma jî pêdivîya wî bi hevkarîya  hin partîyên din ên di parlamentoyê heye.

Serokê bulgar beşdarê civîna NATOyê nabe

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Îspanya ji bo koçberên kaçax plana efûyê derdixe

Îspanya ji bo 500 hezar koçberên kaçax efûyekê derdixe. Koçber wê bikaribin serî li mafê rûniştinê …