Moldova ji Rûsyayê re got “Na”

Alîgirên Yekitîya Ewrûpayê di hilbijartinên parlamentoyê ya Moldovayê de bi ser ketin.

Encama hilbijartinê bû derbeyeke sîyasî li hemberê mixalifeta dijberîya Yekitîya Ewrûpayê dike.

Alîgirên Yekitîya Ewrûpayê (YE) di hilbijartinên parlamentoyê ya Moldovayê de bi ser ketin.

PAS (Partîya Çalakî û Piştgirîyê) ya serokwezîr Maia Sandu li derdora % 50 dengan bi dest xist.

Partîya Welatparêz a serokwezîrê berê Igor Dodon di encak ku wekî alîgirê Rûsyayê tê pênasekirin, ji % 24ê dengan girt.

Encama hilbijartinê bû derbeyeke sîyasî li hemberê mixalifeta dijberîya Yekitîya Ewrûpayê dike.

Mixalefeta serkêşîya wê ji alîyê Igor Dodon ve tê kirin dixwaze Moldova nêzîkî Rûsyayê bibe.

Encama hilbijartina nîşan da, tevî hemû hewldanên xwe Moskow nikare alîgirên Yekitiya Ewrûpayê têk bibe.

Maia Sandu di tevahîya kampanyaya hilbijartinê de Rûsyayê bi midaxeleyê sûcdar kir.

Rêveberîya Moldovayê ragihand, çend êrişên sîber ên ji bo guherandina encamên hilbijartinê hatine pûçkirin.

Yekitîya Ewrûpayê di hilbijartinê destekeke xurt da rêveberîya heyî û hercar Rûsyayê ji bo midaxale neke hişyar kir.

Alozî di 2020an de dest pê kir

Di hilbijartina 2020’an de Maia Sandu alîgirên Rûsyayê têk kiribû û bûbû seroka welêt.

Lêbelê Sandu ji ber encamên şerê Ûkraynayê ya li ser Moldovayê û alîgiriya wê ya ji bo NATO û Yekitiya Ewrûpayê reaksiyonan hatibû.

Serokê berê Igor Dodon bi hinceta gendeliyê û îxanetê di heman salê de hatibû girtin.

Ev bûyer ji aliyê alîgirên Rûsyayê ve wekî derbeyeke siyasî hatibû qebûlkirin bûbû bêaramî zêde bûbû.

Di navbera 2022-2023an de bi armanca îstifaya hikumetê protestoyên berfireh hatibûn lidarxistin.

Protesto cîbicî veguherîbû bêîteatîya sivîl û li welêt krîzê kûrtir kiribû.

Analîz

Tevî encamên dawî rêveberîya heyî ji aramiya sîyasî ya daxwaz dike dûr e. Beşdarîya dengdanê ya hilbijêran bi tenê ji % 51 bû. Ev jî tê vê wateyê, bawerîya nîvê welatîyan ji partîyên sîyasî yê nemaye. Li aliyekî din jî, Igor Dodon dijberîya serkeftina sîyasî ya Maia Sandu dike û PASê bi dizîkirina dengan sûcdar dike. Dodon ji bo protestokirina encaman banga protestoyê li alîgirên xwe dike.  Dema mirov desteka Rûsyayê jî bide kêleka vê geşedanê, asta îhtimala linavahevketina welêt dikare texmîn bike.

Foto: Serokwezîra Moldovayê Maia Sandu

infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish journalist Heval Aslan detained in Belgium, faces deportation

The detention of Heval Aslan has sparked outrage, with demands for her immediate release and …