Almanya biryara hilbijartinê da

Serokomarê Frank-Walter Steinmeier roja înê Parlamentoya Federal ji hev belav kir.

Hilbijartina pêşwext wê di 23ê sibatê de bê lidarxistin.

Krîza sîyasî ya Almanyayê gihîşt qonaxeke din.

Serokomarê Frank-Walter Steinmeier roja înê Parlamentoya Federal ji hev belav kir.

Bi vê gavê re jî biryara hilbijartina pêşwext hat dayîn.

Hilbijartina pêşwext wê di 23ê sibatê de bê lidarxistin.

Roja duşemê, hikumeta Olaf Scholz dengdana pêbawerîyê ya di parlamentoyê de winda kiribû.

Ev jî bûbû dawîya hikumeta koalîsyonê ya di bin serokwezîrîya Scholz de.

Piştî vê, Scholz ji serokomar daxwaz kiribû parlamentoyê ji hev belav bike.

Hat ragihandin, Scholz heta hikumeteke nû were ser kar wê serokwezîrtîya xwe bidomîne.

Sebeba krîzê

Krîza sîyasî ya Almanyayê bi biryareke Olaf Scholz dest pê kiribû.

Scholz ji ber polîtîka wî ya aborîyê dawî li karê Wezîrê Derve ya Christian Lindner anîbû.

Loma jî koalisyona sê partîyan a di bin rêveberîya Partîya Sosyal Demokrat (SPD) de hilweşîya bû.

Hêjayê gotinê ye, popularîteya SPD û serokê wê Scholz di 2024an de daketibû asta herî nizm.

SPD di hilbijartina di hezîranê de ji % 13yê dengan girtibû.

Infowelat

—————————————–

Foto: Parlamentoya Federal a Almanyayê

Scholz derî li îhtimala hilbijartinê girt

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa: Peymana aştîyê bêyî me nabe

Trump bêyî welatên ewrûpî û Ukraynayê dixwaze bi Putin re aştîyê gotûbêj bike. Ewrûpa di …