CSU-CDU li Almanyayê serkeftînê bi dest xist

Di hilbijartina federal a Almanyayê de Partiya Sosyal Demokrat (SPD) şikestineke giran xwar.

Yekîtiya Xristiyan a ji CDU-CSUyê pêk dihat bi % 29ê dengan bû hêza serkeftî.

AfDya nîjadperest  ji % 20 dengan bû partîya duyemîn mezin.

Partîya çep Die Linkê bû hêza sêyemîn a serfiraz a hilbijartinê.

Almanya hilbijartinekê ku çavên hemû Ewrûpayê li ser bûn, li dar xist.

Encamên ji sindoqan derketin têkçûneke zelal a Partiya Sosyal Demokrat (SPD) nîşan dan.

SPDya bi serokwezîrtîya Olaf Scholz di 2021an de hatibû ser kar, dengên xwe daxist ji % 16yan.

Berevajîya vê, Yekîtiya Xristiyan a ji CDU û CSUyê pêk dihat, ji % 29ê dengan girt.

Ev encam, CDU-CSUya di bin lîderîya Friedrich Merz de kir partîya yekemîn a Almanyayê.

Encameke din a flaş a vê hilbijartinê, xurtbûna Alternatîfa ji bo Almanyayê (AfD) bû.

AfDya nîjadperest a rasta radîkal temsîl dike ji % 20.8ê dengan bi dest xistin.

Ev jî vê partîyê kir hêza duyemîn a Parlamentoya Federal.

Alîyekî din ê balkêş ev bû, vê partîyê li hemû eyaletên rojhilatê Almanyayê bû yekemîn.

Partîya çep Die Linkê bû hêza sêyemîn a serfiraz a hilbijartinê.

Di Linke dengên xwe derxist ji % 8.8an û li paytext Berlinê jî ji % 20ê dengan girt.

Li alîyekî din, Partîya Kesk wekî SPD bû hêza têkçûyî ya hilbijartinê.

Keskan dengên xwe daxistin ji % 11.6an.

Partiya Demokratên Hur (FDP) bû, di binda hilbijartinê ya ji % 5 de ma.

Bi van encaman belavbûna kursîyên Parlamentoya Federal a di nava partîyên be wê wiha be:

CDU/CSU: 208, AfD: 152, SPD: 120, Kesk: 85, Die Linke: 64, SSW: 1

Merz dixwaze hikumetê damezrîne

Friedrich Merz û serfiraz bi dûv van encaman re ragihand, ew dixwaze rojek berîya rojekê hikumeta federal damezrîne.

Encamên hilbijartina federal a Almanyayê

Merz wekî dihat payîn, derî li ihtimala koalisyona bi AfDê re girt.

Ev jî hevdîtinên koalîsyoneke nû ya CDU-CSU, SPD û Keskan tîne rojevê.

Merz derbarê têkilîyên Ewrûpa-Amerîkayê de jî axivî û bi van gotinan destekê da pozîsyona Ewrûpayê:

“Ji bo min tiştê herî ferz, heta ku pêkan be bi lez xurtkirina Ewrûpayê ye. Gav bi gav em dikarin ji Amerîka serbixwe bibin.”

Foto: Lîderê CDU-CSUyê Friedrich Merz

Analîz

Encamên hilijartina federal a Almanyayê vê carê panoromayeke sîyasî ya cuda bi xwe re anî. CD-CSU berevajîya SDP û Keskan, xwedî sekneke mihefazar in. Ji bo vê tifaqa rastgir, a giring sektora kar û kesên xwedî sermîyan in. Loma jî Friedrich Merz heta bikaribe wê bixwaza mesrefên ji bo xizmetên civakî tên kirin kêm bike û herwiha polîtîkaya kesk a hedefa wê kontrolkirina qirêjahîya sanayîyê û germbûna avhewayê ye, asteng bike. Herwiha, AfDya bû hêza duyemîn a Parlamentoya Federal, dikare bi xebata xwe bêtir zirarê bide konsensûsa di navbera partîyên alman de. Partîyên di Bundestagê de, bi dehan salane di meseleyên giring ên aborî, xizmetên civakî û demokrasîyê de li hev dikin. Niha vê konsensûsa adetî cara ewil wê rastî xetereyekê were. Ev jî dikare zirarê bide pergala liberal a Almanyayê ku ji Şerê Cîhanê ya Duyemîn û vir ve hebûna xwe dom dike.

Bê guman, eger pergala heyî ya alman nikaribe wekî berê bidome, wê bandorên wê li ser Yekîtîya Ewrûpayê jî hebin. Almanya bi aborîya xwe motora YEyê ye û tevlî Fransayê ji pêşengîyê ji Ewrûpayê re dike. Eger Almanya bi hikumeta nû têkeve rêyeke bêtir mihefazakar û rastgir, wê rêveberîyên li Hûngarya, Slovakya û rasta radîkal a li welatên din, ji vê hêzê bigirin. Ev jî wê  istikrara sîyasî ya YEyê têxe nava xetereyê û nehêle Ewrûpa li hemberê polîtîkayên êrişkar a Trump tedbîran bigire.

 

 

 

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Jin û wêjeya kurdî mijara panelekê bûn

Beledîyeya Peyasê bi dirûşmaya “di wêjeya kurdî de tekoşîna jinan” li Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan panelek …