Donald Trump di hilbijartinan de bi der ket û careke din bû serokê Amerîkayê.
Partîya Komarparêz a Trump bû xwedîyê 279 delegeyan.
Trump polîtîkaya xwe ya bi slogana «Make America great again» pêşkêşi civakê kir û di qayilkirina civakê de serfiraz bû.
Encamên hilbijartinên serokatîyê yên DYAyê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) hatin ragihandin.
Donald Trump di hilbijartinan de bi der ket û careke din bû serokê Amerîkayê.
Pêşbirka sîyasî di navbera Donald Trump û Kamala Harris de derbas bû.
Partîya Komarparêz a Trump bû xwedîyê 279 delegeyan.
Hejmara delegeyên Partîya Demokrat encax gihîşt 224an.
Partîya Komarger bi rêya encamên hilbijartinên li North Carolina, Georgia, Pennsylvania û Wisconsinê piranîya delegeyan bi dest xist.
Trump berîya ragihandina encamên fermî serkeftina xwe eşkere kir.
Çav li rêye, namzeta Partîya Demokrat Kamala Harris û serokê Amerîkayê Joe Biden têkçûnê qebûl bikin û Trump pîroz bikin.
Bi serkeftina Trump re, ji 2004an û vir ve Komarger cara ewil di hilbijartinekê de piranîyeke zelal bi dest dixin.
Serokê DYAyê bi dengên 538 delegeyên 50 eyaletan tê hilbijartin.
Kîjan ji namzetan Namzetan dengên 270 delegeyan bigire, dibe serokê welêt.
Di hilbijartinên 2024an de encam bi dengên North Carolina, Pennysylvania, Wisconsin û Georgiayê hat diyarkirin.
Di kampanyaya hilbijartinê ya Amerîkayê de herî zêde mijarên koçberî û aborîyê derketin pêş.
Trump di kampanyayê de li dijî koçberîyê helwestê girt û soza avakirina bendên parastinê ya li dora aborîya Amerîkayê da.
Trump polîtîkaya xwe ya bi slogana «Make America great again» pêşkêşi civakê kir û di qayilkirina civakê de serfiraz bû.
—————————————————————
Foto: Donald Trump
Infowelat