Hilbijartina Gurcistanê alozîyê kûrtir kir

Partîya Xewna Gurcî di hilbijartinên beledîyeyan de ji % 80.7ê dengan bi dest xist.

Alîgirên Yekitîya Ewrûpayê ku piranîya mixalif ji wan pêk tên, encamên dengdanê protesto kirin.

Bi hezaran mixalif, di 4ê çirîya pêşîn xwestin têkevin qesra serokatîyê.

Rêveberîya li ser kar careke din bû alîyê serkeftî yê hilbijartinên li Gurcistanê.

Partîya Xewna Gurcî di hilbijartinên beledîyeyan de ji % 80.7ê dengan bi dest xist.

Li gorî daxuyanîya fermî ya Komîteya Hilbijartinê ya Gurcistanê, ji % 19.3yê deng bûn para partîyên mixalif.

Gelek ji partîyên mixalif ji ber zextan hilbijartinê boykot kirin.

Ji 43 partîyan bi tenê 12 partî tevlî hilbijartina dawî bûn.

Boykot bandorê li rêjeya beşdarîya hilbijêran jî kir û % 40.9 ê hilbijêran tevl dengdana dawî bûn.

Rêjeya hilbijartinê di hilbijartina 2021an de ji % 51.9 bû.

Loma jî beşdarîya kêm bandorê li rewabûna encamên hilbijartina dike.

Protestoyên piştî dengdanê

Alîgirên Yekitîya Ewrûpayê ku piranîya mixalif ji wan pêk tên, encamên dengdanê protesto kirin.

Bi hezaran mixalif, di 4ê çirîya pêşîn (cotmeh) xwestin têkevin qesra serokatîyê.

Polêsên gurcî bersiveke tund dan çalakgeran û gelek ji wan hatin girtin.

Serokwezîrê Gurcistanê  Irakli Kobakhidze bi daxuyanîyekê gef li mixalifan xwar.

Kobakhidze got, 7,000 kes tevlî çalakîyê bûne û ji wê îro pê ve destûrê nedin mixalefetê xebatên xwe bidomînin.

Serokwezîrê gurcî sefîrê Yekitîya Ewrûpayê (YE) yê li Gurcistanê jî bi midaxaleya hilbijartinan sûcdar kir.

Gurcistan di salên dawî de veguherîye qada rageşîyê ya di navbera Rûsya û Yekitîya Ewrûpayê de.

YE hewl dide bi rêya hilbijartinan dawî li rêveberîya nêzîkî Moskowê ye bîne.

Hilbijartina parlamentoyê ya di 2024an de bûbû sebebeba polîrazîsyona di navbera  alîgirên YEyê û yên Rûsyayê.

Partîya Xewna Gurcistanê ku alîrê Rûsyayê ye di hilbijartinan de  ji % 54ê dengan girtibû û careke din hikumetê damezrandibû.

Herêmên Gurcistanê

Welatekî biçûk lê problemên mezin

Gurcistan welatekî li Qefqesyayê ye ku nifûsa wê 3.7 milyon e.

Welêt ji bidestxistina xwe ya serxwebûnê û vir ve (1991) rastî problemên giran tê.

Bi desteka Rûsyayê Abhazya û Osetyaya Başûr ji Gurcistanê veqetîyan û ev jî krîza aborî û civakî girantir kir.

Berevajîya sîyaseta serdest ku bi dehan salan dijberîya Moskowê kir, rêveberîya heyî ya li welêt niha polîtîkaya dostanîyê ya bi Rûsyayê re dimeşîne.

Infowelat

Fotoyê sereke: Ala Gurcistanê

Rûsya li Gurcistanê bi ser ket

infowelat.com

Li vê jî binêre

Partîya Andrej Babis li Çekyayê bû yekemîn

Andrej Babisê karsaz ku Trump wekî model qebûl dike, di hilbijartinên li Komara Çek de …