Tevî ku hemû derfetan seferber kirin, her du partîyên mezin PDK û YNK encamên dixwestin bi dest nexistin.
YNKya ku bi gotina “xakfiroş” kampanyaya xwe veguherand teşhîrkirina hevkarîya Tirkiye-PDKê, bi ser neket.
Encamên Hilbijartinên Herêma Kurdistanê hatin ragihandin.
Tevî ku hemû derfetan seferber kirin jî, her du partîyên mezin PDK û YNK encamên dixwestin bi dest nexistin.
Hejmara kursîyên parlamentoyê yên PDKê ji 45an daket 39an.
YNKêya kampanyeyeke enerjîk meşand, encax dikarîbû piçek dengên xwe zêde bike û bibe xwedîyê 23 kursîyan.
Partîya Neweyê Nwe ku alîgirê yekitîya Iraqê ye, hejmara kursîyên xwe ji 8an derxist 15an.
Kursîyên mayî jî çûn ji Yekgirtû, Komal û Goranê re.
Herwiha, ermenî û tirkmen bûn xwedîyê 5 kursîyên kotaya kêmaran.
Beşdarîya ji bo hilbijartinan vê carê gihîst ji % 72yên hilbijêran.
Ev ji alîyekî ve dikare wekî nîşaneya bawerîya ji demokrasîyê bê qebûlkirin.
Li alîyekî din jî, beşdarîya zêde dikare wekî encama mobîlîzasyona mezin a herdu partîyên gewre dikare bê dîtin.
Çawa hikumet wê bê avakirin?
Parlamentoya Kurdistanê ji 100 kursîyan pêk tê yek partîyekê jî wê nikaribe bi tena serê xwe⁹ hikumetê ava bike.
Tê ragihandin, senaryoya herî xurt a ji bo hikumetê koalîsyona PDK-YNKê ye.
PDK û YNK bi awayekî teorîk dikarin bi partîyên din re hikumetê ava bikin.
Lê ev dikare parçebûna niha ya herêmî kûrtir bike û statuya federal têxe nava xetereyê.

“Xakfiroş” û zemîna sosyolojîk
YNKya ku bi gotina “xakfiroş” kampanyaya xwe veguherand teşhîrkirina hevkarîya Tirkiye-PDKê, bi ser neket.
PDK serdestîya xwe ya li herêma Badînan û paytext Hewlêrê domand.
Herwiha, YNKê jî li piranîya herêma Soran bû partîya yekemîn.
Ev jî nîşan dide realîteya sîyasî ya li başûr bi zemîna herêmî û sosyolojîya civakî re paralel dimeşe.
Hilbijêr hevkarîya bi dewleta tirk re nekirin pîvaneke sereke ya ji bo dengdana xwe.
————————————————-
Foto: Ala Kurdistanê /X.com
Infowelat