Gurcistan tevî hemû hewldanan civakî û navneteweyî dûrî Yekitîya Ewrûpayê dibe.
Di hilbijartinên giştî yên li welêt Partîya Xewna Gurcistanê bi ser ket.
Gurcistan tevî hemû hewldanan civakî û navneteweyî dûrî Yekitîya Ewrûpayê dibe.
Di hilbijartinên giştî yên li welêt Partîya Xewna Gurcistanê bi ser ket.
Partîya navborî ji % 54ê dengan girt û careke din bû xwedî mafê damezrandina hikumetê.
Koalîsyona alîgirê Ewrûpayê ji % 37.5ê dengan girt û bû hêza duyemîn ê welêt.
Lêbelê koalisyona ku ji mixalefetê pêk dihat, encamên hilbijartinê qebûl nekir.
Seroka Tevgera Neteweyî ya Yekbûyî (MNU) Tîna Bokuchava ku partîya wê di koalîsyonê de ye, derbarê hilbijartinê de wiha axivî:
“Em encamên hilbijartinê yên hatine dizîn û nerast nas nakin.”
Herwiha, mixalefet Rûsyayê bi midaxaleya hilbijartinê sûcdar kir.
Yekitîya Ewrûpayê û Amerîkayê jî destekê dan mixalefetê û rewabûna encamên hilbijartinê qebûl nekirin.
Rûsya bi daxuyanîyekê bersivê da vê îdîayê û sûcdarîyan qebûl nekir.
Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov wiha axîvî:
«Em bi awayekî xurt van sûcdarîyan red dikin. Midaxale pêk nehatîye. Ev sûcdarî bê bingeh in.»
Bi van encaman, Partîya Xewna Gurcistanê dibe xwediyê 89 kursîyên parlamentoyê.
Partîya Xewna Gurcistanê ku sê dem e li ser kar e, wê ji bo cara duyemîn hikumetê damezrîne.
___________________________________
Foto: Ala Gurcistanê
Infowelat