A.Rahman Çelîk
Li Almanyayê di 23yê sibatê de hilbijartina pêşwext li dar dikeve.
Partiya Olaf Scholz li gorî rapirsîyan dengên xwe kêm dike.
Tê payîn, partîya Yekitîya Demokratîk a Xristîyan (CDU) bi ser bikeve.
Di encama hilbijartinê de xuya ye ku serdemeke nû wê li pêşiya Almanyayê vebe.
Li Almanyayê di 23yê sibatê de hilbijartina pêşwext li dar dikeve.
Polîtolog texmîn dikin, bi vê dengdanê wê serdemeke nû li pêşiya Almanyayê vebe.
Li gorî encamên ankêtan, partîya rasta tund AfD hêza xwe xurt dike.
Tê payîn Yekîtiya Xristiyan a ji CDU û CSU’yê pêk tê, wê ji hilbijartinê yekemîn derkeve.
Li gorî texmînan, partiya AfDê ya di asta nîjadperestîyê de rastgir e, dikare bibe partiya duyemîn.
Eger Yekîtiya Xristiyan bi ser keve, Friedrich Merz wekî namzetê blokê wê bibe serokwezîr.
Hikumeta Scholz a herî demkurt e
Di hilbijartina 2021ê de, dawî li 16 salên serdema Angela Merkel hatibû.
Koalisyona ji Partiya Sosyal Demokrat (SPD), Partiya Keskan û Partiya Demokratên Hur (FDP), hatibû damezrandin.
Ji ber sedemên nîqaşên butçe û deyndariya gencîneyê koalisyon çirîya paşîn a 2024an de rûxiyabû.
Herî zêde partiya SPD ya Olaf Scholz ji pêvajoya koalisyonê zirar dît û gelek deng wenda kir.
Eger texmînên hilbijartina pêşxwext rast derkevin Olaf Scholz di 50 salên dawîn ên Almanyayê de, wê wekî serokwezîrê herî kurt li ser kar maye têkeve qeydan.

FDP belkî ji % 5ê derbas neke
Rewşa FDPya bibû sedema rûxandina koasliyonê jî baş xuya nake.
FDP dema koalisyonê, tevî ku şirîk bû jî, wekî partiya muxalefetê tev digeriya û bibû sedema jihevxistina hikûmetê.
Ankêt dibêjin FDP wê di bin bendava hilbijartinê ya ji % 5 de bimîne.
Ji şirîkên koalisyonê tenê Partiya Keskan rêjeya dengên xwe parast.
Tê payîn, dîsa wekî berê wê ji sedî 13-14 deng wergire.
Li aliyê din Partiya Çep di vê hilbijartinê de rêjeya dengên xwe bilind kiriye.
Ankêtên dawîn nîşan didin ku di vê navberê de rêjeya dengên xwe derxistiye du qatan.
Partiya Çep eger bi ser bikeve, dîsa wê têkeve parlemanê û li parlemanê koma xwe ava bike.
Foto: Ala Almanyayê