Milanovic dîsa bû serokê Kroatyayê

Zoran Milanovic careke din bê serokê Kroatyayê.

Milanovic Yekîtîya Ewrûpayê û NATOyê rexne dike û dixwaze şerê li Ukraynayê bê bidawîkirin.

Kroatya duh hilbijartineke din li dûv xwe hişt.

Serokê li ser kar Zoran Milanovic di hilbijartinê de bi dengekî pir zêde hat hilbijartin.

Beşdarîya ji bo hilbijartinê % 44 pêk hat.

Milanovic ji % 74ê dengan bi dest xist û Dragan Primoracê reqîbê xwe têk bir.

Partîya li ser kar HDZê destekê dida Dragan Primorac.

Hêjayî gotinê ye, denge Milanovic bi dest xistin rêjeya herî zêde ye ji serxwebûna welêt û vir ve.

YE û NATOyê rexne dike

Milankovic di 2020an de bi alîkarîya Partîya Sosyal Demokrat  (SDP) hatibû ser kar.

Milankovic bi rexneyên xwe yên li dijî Yekitîya Ewrûpayê, NATOyê û bi mixalefeta desteka ji bo Ukraynayê tê naskirin.

Loma jî partîya li ser kar Milankovic bi hevalbendîya Rûsyayê sûcdar dike.

Li alîyekî din jî, serokwezîr Plenkovic bi otokratîyê tê sûcdarkirin û rêveberîya wî di demên dawî de rastî rexneyên berfireh tê.

Problemên Kroatyayê

Kroatya di sala 1991an de bi şerekî navxweyî ji Yûgoslavyayê veqetîya.

Kroatya endamê Yekîtîya Ewrûpayê ye û nifûsa wê 3.8 mîlyon e.

Par Kroatya bû endamê Herêma Schengenê di navbera endamên xwe de kontrola sînoran ji holê radike.

Enflasyona herî zêde ya li YEyê li vî welatî ye û ev jî nerazîbûna civakî zêde dike.

Gendelîya sîyasî her ku diçe zêde dibe û ev jî bawerîya ji sîyasetê kêmtir dike.

Infowelat

————————————

Foto: Zoran Milanovic 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa: Peymana aştîyê bêyî me nabe

Trump bêyî welatên ewrûpî û Ukraynayê dixwaze bi Putin re aştîyê gotûbêj bike. Ewrûpa di …