Greenland sibe diçe ser sindoqan

Gelê Greenlandê ji bo parlamentoya herêmî sibê diçe ser sindoqan.

Ji ber nîqaşên li ser statuya Greenlandê, Amerîka, Denmark û Yekitîya Ewrûpayê bi miraq li bende encaman e.

Rapirsî nîşan didin, du partîyên serxwebûnxwaz wê wê piranîya dengan bi dest bixin.

Greenlanda çendekî ye di rojeva dîplomasî û medyaya cîhanê de ye, hilbijartinê li dar dixe.

Gelê greenlandî wê sibe 31 endamên parlamentoya herêmî Inatsisartut hilbijêr in.

Ji ber nîqaşên li ser statuya Greenlandê Amerîka, Denmark û Yekitîya Ewrûpayê li bende encamên hilbijartinê ne.

Ev yek ji ber jeopolîtîka giring a giravê û çavkanîyên wê yên dewlemend e.

Amerîkaya di bin lîderîya Trump de dixwaze bibe xwedîyê nû yê Greenlandê.

Denmarka ku li giravê serwer e, bi piştevanîya Yekitîya Ewrûpayê naxwaze giravê radestî Amerîkayê bike.

Meseleya sereke ya hilbijartinê serxwebûna Greenlandê ye.

Partîya li ser kar Inuit Ataqatigiit dixwaze girav ji Denmarkê veqete.

Anket nîşan didin, vê partîyê û hevalendê wê yê koalîsyonê Siumut wê piranîya dengan bi dest bixin.

Ji ber ku her du partî jî alîgirên serwerîyê ne, mijara serwerîyê wê bibe xebata sereke ya hikumeta nû.

Serxwebûnek çawa?

Lêbelê tevî ku piranîya civakê alîgirên serwerîyê ye, armanceke hevpar a li ser forma serwerîyê tune ye.

Hin derdor serxwebûna polîtîk hin jî serxwebûna di warê aborîyê de daxwaz dikin.

Fikareke din a civakê ya ji bo serxwebûnê aborîya lawaz a giravê ye.

Denmark her sal 500 milyon Euro ji bo alîkarîyê dişîne Greenlandê.

Dema welêt ji Denmarkê veqete wê dawî li alîkarîya fînansî bê anîn.

Mafê veqetîna ji Denmarkê

Greenland welatekî li Arktîkê ye tevî erda wê ya 2 mîlyon km2 re, nifûsa wê bi tenê 57,000 re.

Girav xwedî otonomîyeke berfireh e ku gelek biryarên wê ji alîyê parlamentoya herêmî tê dayîn.

Bi peymana 2009an bi Denmarkê re, Greenland dikare bi referandûmekê serxwebêna xwe rabigihîne.

Infowelat

——————————————

Foto: Ala Greenlandê

Trump Greenlandê ji bo Arktîkê dixwaze

infowelat.com

Li vê jî binêre

Pevçûnên durzî û ereban berdewam in

Suweydaya li başûrê Sûrîyeyê vediguhere navenda alozîya nû. Di encama pevçûnan dawî de zêdetirî 30 kes hatine …