Hilbijartina Başûr, gendelî û partîzanî

Ajansa nûçeyan a fransî AFPyê li ser hilbijartina Başûji bo her du partîyan bûye zemîneke nû ya alozîyê, nûçeyekê weşand.

Gelek ji welatîyên Başûr radigihînin, ji ber “hêvîşikestina ji çîna siyasî ku demeke dirêje li herêma otonom li ser kar e” hilbijartinê boykot bikin.

Hilbijartina li başûrê Kurdistanê wê di 20ê çirîya pêşîn (cotmeh) bê lidarxistin.

Di dengdanê de wê 100 wekîlên Parlamentoya Kurdistanê bên hilbijartin.

Herdu partîyên mezin PDK û YNK ji bo bi ser bikevin, kampanyayeke êrişkar li hemberê hev dimeşînin.

Ajansa nûçeyan a fransî AFPyê li ser vê hilbijartina ji bo her du partîyan bûye zemîneke nû ya alozîyê, nûçeyekê weşand.

Ajansa ku xwe dispêre dîtinên welatîyan, diyar dike wê gelek kes ji ber “hêvîşikestina ji çîna siyasî ku demeke dirêje li herêma otonom li ser kar e” hilbijartinê boykot bikin.

Ajansê di nûçeyê de cî daye analîstê sîyasî yê Zanîngeha Bostonê Şivan Fazil.

Fazil dibêje “li herêmê qutbûna bi tevahî ya ji polîtîkayê bilind dibe” û “her ku diçe mirov zêdetir ji her du partîyên li ser kar aciz dibin.”

Hin problemên başûrê Kurdistanê wiha di nûçeyë de cî digire:

  • Şertûmercên jîyanê di deh salên dawî de xera bûye.
  • Gendelî, zilma siyasî, partîzanîya di asta rêveberîyê de berdewam dike.
  • Dayîna ne rêkûpêk a heqdestên 1.2 milyon karmendan problemeke mezin e.
  • Alozîya di navbera Iraq û Kurdistanê de ya ji bo kontrola li ser hinardekirina/îxracat petrolê didome. Kurdistan ev salekê ye ji vê dahatê hatîye bêparkirin.
  • Welatî ji bombebaran û operasyonên domdar ên dewleta tirk aciz in.

-‐———————————————-

Foto: Parlamentoya Kurdistanê

Infowelat

Referandûma Kurdistanê û meseleya serxwebûnê

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa reaksîyon nîşanî Tirkîyeyê da

Konseya Ewrûpayê girtina Şaredarê Stenbolê wekî “êrîşa li hemberê demokrasiyê” pênase kir. Almanyayê got, girtina …