Li Greenlandê wê proseya serxwebûnê dest pê bike.
Her du partîyên dixwazin Greenland ji Denmarkê veqete, di hilbijartinê de bi ser ketin.
Hilbijartina Greenlandê ya çavên gelek kesan li ser bû, hat lidarxistin.
Encam ji bo partîya li ser kar Inuit Ataqatigiit (IA) bû wekî karesatê.
Partîyê encax dikarîbû ji % 21ê dengan bi dest bixe.
Bi vê encamê, partîyê hema hema nîvê kursîyên parlamantoya herêmî winda kirin.
Partîya Demokrat bi rêjeya ji % 30ê bû hêza serkeftî ya hilbijatinê. ,
Naleraq ji % 24.5ê dengan girt û bû partîya duyemîn.
Her du partî serxwebûnxwaz in
Alîyê herî giring, her du partîyên serkeftî jî alîgirên serxwebûnê ne.
Lêbelê di dem û naveroka serxwebûnê de her du partî xwedî cudahîyane.
Naleraq dixwaze ji bo serxwebûnê di demeke kurt de referandûmek bê lidarxistin.
Partî di heman demê de alîgirê xurtkiriba hevkarîya bi Amerîkayê re.
Demokrat ji bo serxwebûnê nalezînin û dixwazin Greenland gav bi gav ji Denmarkê veqete.
Nexşerîya serxwebûnê
Ji ber ku tu partî piranîyê bi dest nexistin, divê hikumeteke koalîsyonê bê avakirin.
Parlamentoya Greenlandê ji 31 kursîyan pêk tê û tê payîn partî li gorî destkeftinên xwe di hikumeta herêmî de bên temsilkirin.
Tê payîn, hikumeta koalîsyonê nexşerîyeke ji bo serxwebûnê amade bike.
Hêjayî gotinê ye, polîtîkaya Trump a ji bo Greenlandê giringîya hilbijartina dawî derxist asta herî bilind.
Trump gef li Denmarkê dixwe
Trump misêwaye dibêje wê Amerîka bi xweşî an bi zorê wê Greenlandê kontrol bike.
Serokê amerîkî sebeba vê giringîya Greenlandê ya ji bo ewlekarîya Amerîkayê îzeh dike.
Cara dawî, Trump di Kongreya Amerîkayê de heman daxwaza xwe dûbare kir.
Denmarka ku li girava Greenlandê serwere, tevlî Yekitîya Ewrûpayê vê daxwaza Trump qebûl nakin.
Infowelat
———————————–
Foto: Kesên di hilbijartina 11ê adarê ya li Greenlandê de dengên xwe didin