Arşîvên Tag: dîplomasî

Rojava û Vlaams Belang hevdîtinê kirin

Şandeyeke Rojava di 7´ê Mijdarê bi du parlamenterên Partiya Vlaams Belang a Belçîkayê re li avahiya Parlamena federal li Brukselê civiya. Nûnertiya Rêveberiya Xweser ji aliyê nûnerê wê yê Belçîkayê Hozan Ehmed hat kirin. Şandeya Belçîkayî jî ji Aline Samin û Joris De Vriendt pêk hat. Şandeyeke Rêveberiya Xweser a …

Bêtir »

Ewrûpa ji bo Xezayê banga agirbestê kir

Yekitiya Ewrûpayê di meseleya Xezayê de  ji bo “pêdiviyên însanî” banga agirbestê kir. Biryara dawî ya 27 welatên Yekitiya Ewrûpayê di civîna du rojan a li Brukselê hat girtin. Yekitiya Ewrûpayê di şerê Îsraîl-Hamasê de helwesta xwe diyar kir. Lîderên Ewrûpî ji bo “pêdiviyên însanî” banga agirbestê kirin. Biryara dawî …

Bêtir »

Katalonya piştevaniya bi Rojava re didomîne

Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û berdevka YPJ’ê Ruksen Muhammed bi parlamenterên Katalan re civîneke online li dar xistin. Civîn di duyemîn salvegera naskirina Parlamentoya Katalonyayê ya Rojavayê Kurdistanê pêk hat. Katalonya desteka xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê didomîne. Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û …

Bêtir »

“Bila Kurd bibin endamê Neteweyên Yekbûyî”

Li welatên ku Kurdistan hatiye parçekirin ji bo gelê Kurdistanê mafê xwe yê diyarkirina çarenûsê bi dest bixe, saziyên navdewletî piştgiriyê bidin daxwazên gelê Kurdistanê. Di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de komîsyoneke navneteweyî bê avakirin ku nûnerên Kurdistanê jî di nav de hebin. Ji bo meseleya Kurd bi rengekî aştiyane …

Bêtir »

Fransa: Divê Beşar Esed bê mehkemekirin

Wezîra Karên Derve yê Fransayê Catherine Colonna: Divê Beşar Esed bê mehkemekirin. Nûnerê Taybet ê Almanyayê ji bo Sûriyeyê Stefan Schneck: Almanya û Yekitiya Ewrûpayê têkiliyên xwe yên bi Sûriyeyê re asayî nakin. Tevlîbûna Esed a Komkara Ereb bûbû sebeb pirsa ku “gelo îzolasyona di asta cîhanê de ya hukumeta …

Bêtir »

Katalonya xebata dîplomasiyê xurtir dike

Konseya Komara Katalan delegasyonên dîplomasiyê dişîne  Andorra, Meksîka, Afrîkaya Başûr û Şîliyê. Konseya ku di 2018’an de li Katalonyayê hate damezrandin, dixwaze bi riya dîplomasiyê destekê bide doza serxwebûnê. Katalonya tora xwe ya dîplomasiya li cîhanê berfirehtir dike. Konseya Komarê ji bo dîplomasiyê çar delegasyonên din wezîfedar kir. Ev delegasyon …

Bêtir »

Putin xeteke din a gazê pêşniyaza Tirkiyeyê kir

Putin li Astanayê çêkirina xeteke nû ya gazê pêşniyazê Tirkiyeyê kir Bi vî awayî Rûsya dixwaze Tirkiye bibe navenda bazara gaza Rûsyayê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin 6’emîn Konferansa Hevkarî û Avakirina Qaydeyên Îtîmatê ya Kazakistanê de, hevdîtinan li dar xist. Putin ewil bi serokê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan re rûnişt û …

Bêtir »

Konferansa navneteweyî ya Asyayê dest pê kir

Welatên Asyayê di konferanseke li Kazakistanê hatin cem hev Armanca fermî ya bernameyê li vê parzemînê xurtkirina aramiyê û bihevbaweriya di navbera welatan de ye Kazakistan di salên dawî de vediguhere yek ji navendên dîplomasiya di navbera welatên Asyayê de. Êdî pirî caran bernameyên navneteweyî yên li Kazakistanê tên lidarxistin. …

Bêtir »

Kanada heyetek şand Taywanê

Kanada di meseleya Taywanê de ligel Ameîkayê ciyê xwe digire Koma Parlemenê ya  Dostaniya Kanada-Taywanê çû serdana giravê Koma wekîlên parlemana Kanadayê li paytexta welêt Taipeyê hevdîtinan pêk tînin. Heyeta Kanadayê ji aliyê serokê Taywanê Tsai Ing-Wen ve hate pêşwazîkirin. Berpirsê komê Judy Sgro di hevdîtinê de axaftinek kurt kir …

Bêtir »

Kolombiya û Venezuela dostaniyê pêş de dibin

Piştî lihevkirina dualî, deriyê sînor yê 7 sal in girtî bû ji rêwî û bazirganiyê re hate vekirin Venezûela û Kolombiya bi însîyatîfa serokê Gustavo Petro meha borî ji nû ve têkiliyên dîplomatîk saz kiribûn Deriyekî gumrukê Antonio del Tachira yê di navbera Kolombiya û Venezûelayê de ji hatûçûnê re …

Bêtir »

Li Fransayê Serfiraziya dîplomasiya katalan

Dîplomasiya Katalonyayê ya ji bo teşhîrkirina kiryarên dewleta îspanyol, li Ewrûpayê pêş de diçe. 52 parlementerên fransewî, bi nameyekê bang li Îspanyayê kirin ku rêzê ji mafên demokratîk re bigire. Parlementerên ku ji grûbên partiyên çep bigire heta partiyên rasta navendê ne, di nameya xwe de diyar kirin, nûnerên meşrû …

Bêtir »

Îspanya dixwaze dîplomasiya katalan asteng bike

Wezîrê Derve yê Îspanyayê Josep Borrell diyar kir ku ew ê li hember vekirina delegasyonên katalan ên li derveyî welat têkevin nava hewldanan. Wezîrê îspanyol da zanîn ku nûnertiyên katalan “bi awayekî eşkere xisarê didin berjewendiyên Îspanyayê.” Wezîr vê daxuyaniyê piştî daxuyaniya hikumeta katalan a di derbarê vekirina delegasyonên nû …

Bêtir »

Di asta navnetewî de Avusturya wê bêhtir alîkariya Kurdistanê bike

Roja Înê 15.07.2016ê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya, Wezîrê Derve û Geşekirina Navdewletiya Avusturya (Nemsa) Sebastian Kurz û şandeka dîplomasiya pê re kir. Li gor malpera fermî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtinê de daxuyaniya hatî dayîn waha ye: Li hevdîtinekê bi amadebûna Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr, Kurz kêfxweşiya …

Bêtir »

Hevşaredar Anli bal kişand ser wêrankariya herêmê

  Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli di civîna Yekitiya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî yên Sosyalîstên Ewropayê de axivî û bal kişand ku wêrankariya li bajarên herêmê pêk hatiye û aşkere kir ku zêdetirê 400 hezar kes neçar mane ku terka mala xwe bikin.  Civîna Yekitiya Rêveberiyên Herêmî û …

Bêtir »

Siyasetmedarên belediyeyan piştgiriya HDP dikin

230 siyasetmedarên belediyên swêdî banga azadiya siyasî bo siyasetmedarên HDP li Tirkiyê dikin. Di bangeke xwestina azadiyê ji bo siyasetmedarên HDPê, 230 siyasetmedarên belediyên swêdî, ku li belediyên cuda li Swêdê, û ji partiyên cuda re kar dikin, li bin wê bangê imze kirine. Di wê gaziyê de, siyasetmedarên belediyan …

Bêtir »