Rojava û Vlaams Belang hevdîtinê kirin

Şandeyeke Rojava di 7´ê Mijdarê bi du parlamenterên Partiya Vlaams Belang a Belçîkayê re li avahiya Parlamena federal li Brukselê civiya.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser ji aliyê nûnerê wê yê Belçîkayê Hozan Ehmed hat kirin. Şandeya Belçîkayî jî ji Aline Samin û Joris De Vriendt pêk hat.

Şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 7´ê Mijdarê bi du parlamenterên Partiya Vlaams Belang a Belçîkayê re li avahiya Parlamena federal li Brukselê civiyan.

Şandeya Rêveberiya Xweser ji nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Ewrûpayê Ebdulkerîm Omer, hevseroka Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Belçîkayê Hozan Ehmed pêk hat. Şandeya Belçîkayî jî ji Aline Samin û Joris De Vriendt pêk hat.

Di civînê de, Dr.Ebdulkerîm Omer bi kurtasî behsa tecrûbeya Rêveberiya Xweser kir û got, “Sala 2014’an Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî hate ragihandin. Ji wê demê ve ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk a nenavendî kar û xebatê dike. Rêzê li hember tevahî Sûriyeyiyan, hindikahî, bawerî û olan digire. Gelek girîng e ku di destûra nû ya Sûriyeyê de mafên jinan bê bihckirin mîna ku di hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser de hatiye kirin. Rêjeya tevlîbûna jinan di saziyên fermî de ji sedî 40 e.”

Ebdulkerîm Omer bal bire ser rola Rêveberiya Xweser di tinekirina DAIŞ`ê de di warê leşkerî de û got, “Şervanên QSD`ê ji bo tinekirina DAIŞ`ê li Baxozê sala 2018`an fedakariyên mezin kirin. Lê belê tinekirina DAIŞ`ê di aliyê leşkerî, ev rêxistina xeter bi temamî tine nekir. Bi hezaran hene ku li ser fikr û îdeolojiya wê ya tundraw perwerde dibin. Ji bo ku rê li pêşiya vegera DAIŞ`ê bê girtin, pêwîst e civaka navneteweyî berprisyariyên xwe bi cih bîne, alîkariyê û desteka pêwîst bide Rêveberiya Xweser.”

Her wiha Ebdulkerîm Omer îşaret bi êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker kir û wiha peyivî: “Hedefgirtina rasterast a binesaziyê bû sedema zirarên madî yên mezin li herêmê. Ji ber wê gelek navend ji xizmetê ketin. Bi milyonan welatî ji wan xizmetan mehrûm bûn. Her wiha bi dehan sivîlan canê xwe ji dest da.”

Hevdîtina di navbera nûnerên Rojava û Vlaams Belangê de /Foto: ANF

Aline Samin: Em bi we re ne

Aline Samin: Her kes dizane ku tinekirina DAIŞ`ê, gefeke ewlehiyê ya mezin li ser cîhanê bi dawî kir. Li ser vî esasî em tev de minetdarên we ne.

Parlamenter Aline Samin jî wiha nêrîna xwe derbarê rojevên civînê de parve kir: “Her kes dizane ku tinekirina DAIŞ`ê, gefeke ewlehiyê ya mezin li ser cîhanê bi dawî kir. Li ser vî esasî em tev de minetdarên we ne. Em piştrast dikin ku em ê piştgiriya we bikin. Em bang li civaka navneteweyî jî dikin da ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne, bi we re hevkar be da ku teror venegere, ewlehî û îstiqrara li herêmê hatiye bidestxistin, biparêze.”

Aline Samin wiha dirêjî da axaftina xwe: “Neheqiyeke berçav ji aliyê dewlet û hikûmetan ve heye ku bangewaziyên we di mijara DAIŞ`ê de paşguh dikin. Divê ev alî, rola Rêveberiya Xweser di tinekirina DAIŞ`ê de ji bîr nekin. Ji ber wê, divê aliyên têkildar bi taybetî yên rojavayî, tevde piştgiriya Rêveberiya Xweser û hewldanên wê yên avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo dadgehkirina DAIŞ`ê bikin. Vê tecrûbeyê biparêzin û di aliyê siyasî de nas bikin.”

Aline Samin di dawiyê de got: “Em sûcên Tirkiyeyê şermezar dikin. Hedefgirtina binesaziya herêmê ji aliyê wê ve li dijî qanûnên navneteweyî ye. Lê belê bêdengiyeke navneteweyî ya biguman li hember wê heye. Ti behaniyên van helwêstan tine ye. Qet nebe, dikarin bêjin, ew Enqereyê teşwîq dikin da ku siyaseta şer dewam neke.”

Ev nûçe di ji ANF’ê hatiye wergirtin. Nûçe hatiye kurtkirin.

——————–

Foto: Ala Vlaams Belangê /Europeanconservative.com

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Puerto Rico referandûma statuyê li dar dixe

Di referandûmê de wê sê pirs bên kirin: tevlîbûna Amerîkayê wekî eyaleta 51., serxwebûn an …